12:46 20 Hezîran 2018
Pêşmerge - Mûsil Operasyon

Operasyona Kerkûkê destpê kir: 12 gund azad kirin

© Sputnik / Hikmet Durgun
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Îro danê sibehê hêzên pêşmergeyan bi alîkariya balefirên hêzên hevpeyman, ji bo rizgarkirina gundên başûr û rojavayê bajarê Kerkûkê ji destê DAIŞê operasyonek dan destpêkirin.

Kerkûk — Hêzên Pêşmerge di operasyona îro de heta niha 12 gund girtine û tenê 22 km ji navçeya Hewîce ya başûrê Kerkûkê dûr in.

Sekreterê Partiya Sosyalist Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd ji eniya şer ji Rûdawê re ragihand: "Heta niha 12 gund hatine girtin. Me pilana girtina 19 gundan daniye. Heta niha şer berdewam e."

Mihemed Hacî Mehmûd wiha got: "Tevî ku niha ti pilana me bo girtina Hewîye tune ye, lê ew navçe niha 22 km dûrî me ye."

Derbarê amarên qurbaniyên şer, Hacî Mehm wiha domand: "Şehîd û birîndarên me hene, lê hejmar heta niha nediyar e. Li gundê Mensûriye, ku niha ala Kurdistanê li ser hatiye bilindkirin, 4 çekdarên DAIŞê hatin kuştin."

Bi heman mijarî:

TAYBET - Rêzenivîsa serfermandarekî pêşmerge ji bo Spûtnîk Kurdistanê (Beşa Sêyem)
TAYBET - Rêzenivîsa serfermandarekî pêşmerge ji bo Spûtnîk Kurdistanê (Beşa Duyem)
TAYBET - Rêzenivîsa serfermandarekî pêşmerge ji bo Spûtnîk Kurdistanê (Beşa Yekem)
TAYBET-Rêdûr Xelîl: 'Leşkerên amerîkî nehatine û pêşmerge jî dê neyên'
FLAŞ-Pêşmerge derbasî Rojava dibin
Amerîka: 'Em hewl didin ku bêtir pitgiriya pêşmerge bikin'
Etîketan:
Pêşmerge, Mihemedê Hacî Mehmûd, Kerkûk
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de