09:32 12 Kanûn 2017
Zindî
    Adem Geverî

    Adem Geveriyê HDPyî ji ber nivîseke Mucahid Bilici rastî lînçkirineke medyayî hat

    © Foto: Cesîm Ilhan
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 01

    Parlementerê HDPyê Wanê Adem Geverî -ji ber parvekirina nivîseke civaknasê kurd Mucahid Bilici ya ku di rojnameya Tarafê de weşandî li ser hesabê xwe yê Twitterê- rastî lînçkirine medyayî hat.

    Navenda nûçeyan — Duh (29ê Îlona 2015an) nivîseke civaknasê kurd Mucahid Bilici di rojnameya Tarafê de bi tirkî hate weşandin û ji bilî malpera rojnameyê di gelek malperên din de jî weşiya. Nivîs bi sernava ‘gelo têgihiştina PKKê ya ji bo rêvebiriya cewherî, terorîzma cewherî ye?' û nivîsê hinek bûyerên ku sîvîl bûne qurbanî rexne kiribû. Herwiha nivîskarî bal kişandibû ser şaşiyên ku divê tu aqilmend nekevê û xwe jê biparêze.

    Helbet ev nivîs ji aliyê endamên HDPê, PKK-KCKê û rayedarên tirk û biyanî ve jî hatibû şopandin. Xwendevanekî vê nivîsa Bilici jî Parlementerê HDPê yê Wanê Adem Geverî bû ku piştî xwendina nivîsê li ser hesabê xwe yê Twitterê parve kiribû. Piştî parvekirina vê nivîsê qiyametek retwit ji Geverî re hatin ku piranî çêr û dijûn bûn.

    Hêjayî gotinê ye ku ev retwitên dijûnê bi navên sexte û kod hatibûn nivîsandin. Li aliyê din hinek retwitên bi navên rastîn hebûn ku ew jî aydî nijadperestên tirk bûn.

    Sekreterê giştî yê berê yê Hereketa Azadî û parlementerê Wanê yê niha Adem Geverî ji ber vê parvekirinê rastî lînçkirineke medyayî hat û rexnegir bi rastî jî neheq bûn. Serê pêşîn Adem Geverî ji hereketeke îslamî tê û dûrî îdeolojiya HDPê ye. Tenê li ser armancên hevpar bi HDPê re li hev kiriye û bûye parlementerê wan. Ev nayê wê wateyê ku Geverî ji hereketa xwe û kolana xwe ya fikrî veqetiyaye û sondxwariyê HDPê ye. Ji bilî vê Geverî xwedî fikreke azad e ku muxalefeta hevalê xwe jî qebûl dike. Diyar e ku pirsgirêk ne di wî de ye, lêbelê di dijûnkarê wî de ye. Bi rastî ne diyar e ku gelo ev dijûnkar kurd in an na, HDPyî ne an na? Dibe ku ev kes muxalifên kurdan ên biyanî bin ku bi navên kurdî yên sexte ji bo vê sekna wî ya erênî dengê wî dibirin, di nava kurdan de aloziyan derxin û hêza wan sist û pist bikin. Êdî mirov divê bi temkîn be.

    Birastî qebûlnekirina muxalefetê nexweşiyeke komkujiya siyasî ye ku her di nava tevgerên azadiyê yên kurd de hebûye. Di destpêka salên 80î de PKKê muxalefeta çepgirên kurd qebûl nedikir û hewl dida ku her kesî derbasî terefê xwe bike. Herwiha Hizbullahê jî muxalefeta oldaran qebûl nekir û êriş bir ser komên oldar ên serbixwe. Dema her du hereketên kurd PKK û Hizbullahê dengên muxalifên xwe birîn, îcar muxalefeta hev qebûl nekirin û bi hev de ketin.

    Wekî encam mirov dikare bibêje ku dem hatiye ku tevgerên azadiyê yên kurdistanî muxalefeta hev qebûl bikin; şer û berxwedana li hemberî dijminên kurdan nekin bihane û dil û diranên hev neşkênin.

    Bi heman mijarî:

    Adem Ozcaner:’ Serkeftina HDPê ji bo gelê kurd û gelê Tirk firsetek e’
    Etîketan:
    HDP, Kurdistan, Kurd, HDP, Adem Geverî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de