09:29 25 Hezîran 2018
Alaya Amerîkayê

Amerîka: 'Em hewl didin ku bêtir pitgiriya pêşmerge bikin'

© AFP 2018 / GABRIELLE LURIE
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di daxuyaniyekê de ragihand ku, li Hewlêrê pêşwaziya Serkonsulê Amerîkayê yê Hewlêrê Matthias Mitman û şanda li gel wî kir.

Barzanî ligel sê sekretêrên ENKSê civya
© AFP 2018 / Safin Hamed
Navenda Nûçeyan — Di daxuyaniya Şêwirmendiya Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê de hat diyarkirin ku, di civînê de herdu aliyan behsa rewşa herêmê, hevkariya hevpeymaniya navdewletî ya li gel pêşmerge û zêdekirina piştgiriya ji bo pêşmerge hatiye kirine.

Hat gotin Matthias Mitman amaje kiriye divê piştirya di aliyê leşkerî de ji bo Hêzên Pêşmerge were zêdekirin û welatê wî jî ji ber vê yekê hewl dide.

Herwiha Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî destnîşan kir ku hikûmeta Bexdayê pişka bûdçeya Herêma Kurdistanê nade û herwiha bi pêwîstî alîkariya pêşmerge jî nake û wiha got: ‘Bexda mercên rêkeftinê bi cih nayne. Her wiha ji ber hejmara zêde ya penaberên li Herêma Kurdistanê bare Hewlêrê giran dibe.'

Bi heman mijarî:

TAYBET - Rêzenivîsa serfermandarekî pêşmerge ji bo Spûtnîk Kurdistanê (Beşa Sêyem)
Brahîm Biro: 'Amerîka dixwaze pêşmerge derbasî Rojava bibe'
General Ezîz Weysî: 'Tu zanyarî ji bo çûna pêşmerge bo Rojava di destê me de tuneye'
TAYBET - Rêzenivîsa serfermandarekî pêşmerge ji bo Spûtnîk Kurdistanê (Beşa Duyem)
Etîketan:
HHK, Amerîka, Matthias Mitman, Mesrûr Barzanî, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de