05:12 24 Mijdar 2017
Zindî
    Pirtûkên Kadir Amaç

    Ji Weşanxaneya DOyê du pirtûkên hêja

    © Foto: Facebook
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 14910

    2 berhemên nivîskar û civaknas Kadir Amaç, bi navên ‘Kürdistan'da Din Ve Siyaset Sosyolojisi/Civaknasiya Olî û Siyasî ya Kurdistanê' û ‘Siyasal İslam'ın Krizi/Qeyrana Îslama Siyasî' bi zimanê tirkî derketin pêşberî xwendevanan û di qada xwe de yekane tên hesibandin.

    Di van demên dawîn de Weşanxaneya DOyê du berhemên hêja weşandine ku riya ronî didin pêşiya kurdan.

    2 berhemên nivîskar û civaknas Kadir Amaç, bi navên ‘Kürdistan'da Din Ve Siyaset Sosyolojisi/Civaknasiya Olî û Siyasî ya Kurdistanê' û ‘Siyasal İslam'ın Krizi/Qeyrana Îslama Siyasî' bi zimanê tirkî derketin pêşberî xwendevanan û di qada xwe de yekane tên hesibandin.

    Kadir Amaç, di ‘Civaknasiya Olî û Siyasî ya Kurdistanê' de lêkolîneke kûr li ser olnasiya tirk, ereb û fars dike; encamên vê olnasiyê yên neyînî û texrîbkariya wê ya li ser kesayeta kurd derdixe holê; li ser navê Xwedê dagirkirina Kurdistanê gav bi gav vedikole.

    Amaç di Qeyrana Îslama Siyasî de jî mirovê ku di navbera kevneperestî û nûjenperestiyê de şaşwaz maye bi me dide nasandin. Ew mirovê ku di nava vê herc û mercê de sersar bûye û bersivên rasteqîn ji îslama siyasî nagire, piştî xwendina vê berhemê dê bibîne ku anatomiya îslamê hatiye dahûrandin, çavkaniyên wê hatine lêkolînkirin û sedemên civakî û giyanî yên vê qeyranê hatine nîşandan.

    Her du berhemên ku bi tirkî derketine bazarê bi zimanekî rewan û berfireh hatine amadekirin.

    Bi heman mijarî:

    Enstîtûya Washîngtonê: ‘Amerîkayê baweriya xwe ya bi Tirkiyayê winda kir'
    Parlamentera kurd bang kir got: "Bila Şengal gi azad be"
    Îbrahîm Xelîl Baran: 'Evîn Mamosteyê Mezin e'
    Etîketan:
    pirtûk, Kurdistan, Kurd, Weşanxaneya DOyê, Kadir Amaç, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de