11:20 21 Mijdar 2017
Zindî
    Leşkerên tirk

    Leşker bû qurbanî û fermandar ji ceza filitî

    © REUTERS/ Murad Sezer
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Lêpirsîna derbarê kuştina Medenî Yildirim de piştî 2 salan bi encam bû. Piştî lêpirsînê îdîaname hate amadekirin û dozger ji bo leşkerê peywirdar Adem Çiftçi (23) de bi hinceta ‘di bin tahrîka neheq de, bi zanebûn mirov kuştiye' 18 sal cezayê zindanê xwest.

    Navenda nûçeyan — Berî 2 salan (28ê Hezîrana 2013an) li gundê Hêzanê yê navçeya Liceya Amedê kurdekî bi navê Medenî Yildirim (19), tevî çalakiya mertalên zindî ya li dijî avakirina çeperên leşkerî bibû û bi guleya cendirmeyan hatibû kuştin.

    Lêpirsîna derbarê kuştina Medenî Yildirim de piştî 2 salan bi encam bû. Piştî lêpirsînê îdîaname hate amadekirin û dozger ji bo leşkerê peywirdar Adem Çiftçi (23) bi hinceta ‘di bin tahrîka neheq de, bi zanebûn mirov kuştiye' 18 sal cezayê zindanê xwest.

    Di rapora Wezareta Karên Hundir de jî îdîanameya Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Kayacikê Mustafa Ozturk û rayedarên din ên ku gotibûn ‘fermana lêdanê me da' cih negirt.

    Hêjayî gotinê ye ku gotinên otopsiyê û îdianameyê dijî hev bûn. Li gorî rapora otopsiyê gule li milê rastê ketibû, lê di îdianameyê de hatibû gotin ku gule li milê çepê ketiye.

    Herwiha leşker Adem Çiftçî jî diyar kir ku gule kişand ber lûleyê, lê gule neteqand. Lê dozger wekî ku wî gule avêtibe ji bo leşker Çitftçî ceza xwest. Dozger û rayedarên dewletê derbarê fermandarên ku fermana guleberdanê dabûn de lêpirsîn venekir û dê neyên darizandin.

    Bi vî awayî leşkerê stûxwar bû qurbanî û fermandarê piştxurt jî ji cezayê zindanê filitî.

    Bi heman mijarî:

    Nasnameya endamê HPGê yê înfazkirî diyar bû
    Li Bismilê zarokek 9 salî hat kuştin
    Tirkîyayê dîsa agir berî erdê kurdan dide
    Etîketan:
    Medenî Yildirim, Kurdistan, Kurd, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de