03:51 21 Mijdar 2017
Zindî
    Îbrahîm Xelîl Baran

    Îbrahîm Xelîl Baran: 'Evîn Mamosteyê Mezin e'

    © Foto: Facebook
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 34621

    Heke bê gotin ku ‘nivîskarê kurd Îbrahîm Xelîl Baran evîndar bûye û dilê wî ketiye wî' hûn ê çi bibêjin? Helbet hûn ê bibêjin ‘qey zehf qure bûye û tenê nefsa xwe diecibîne'.

    Nivîsara dawîn a Baran bi navê ‘Evîn Mamosteyê Mezin e' di malpera Rûdawê de hate weşandin û çêjeke wê ya taybet heye ku kêm kes bêriya wê dikin. Di vê heyama şer, pevçûn û qetliyaman de nivîskarê kurd bala me dide me û me ji me re dike awêne, dibêje: Li xwe binêre, li xwe temaşe ke, xwe fêm bike û vegere xwe. Ji ber ku tu bi xwe yî, çi dikî tu bi xwe dikî û ji xwe re dikî.'

    Bi rastî di van rojên dawîn de mirov gelekî muhtacî vê nivîsara çêjbar e. Va ye temamiya nivîsarê, fermo!

    Evîn Mamosteyê Mezin e

    Dibêjin sofiyekî kurd çûye Hecê û piştî tewafê, xwe li ber Mala Xwedê dirêj kiriye. Ji bo westa xwe derxîne jî nigekî xwe daye ser dîwarê Kabê. Ên ew dîtine pê de qeherîne û gotine "Ey sofiyê sergêj, ma tu ji rihên xwe jî fedî nakî te xwe li hember beytê dirêj kiriye û te nigekî xwe jî daniye ser Kabê. Ev çi ehmeqî ye ku tu heqaretê li Xwedê dikî?" Sofî hêze xwe kiriye û nigê xwe yê din jî biriye ser dîwêr û bi ken gotiye "Ka bêjin li ku derê Xwedê tuneye ezê nigên xwe deynim wir". Ehlê zana çûne dest û nigên wî ramûsane û bexşîna xwe jê xwestine. Ji ber ku fêmkirine ku ew evîndar e.
    Ger meriv nekeve nav evînê û di delala xwe de wenda nebe wiha ye. Meriv nizane ew çi ye û li ku ye. Loma her ku diçe meriv ji hesretê dimre û dibêje qey ez jê dûr ketime. Lê yê dildar û ê ketiye behra evînê, dizane ku xoşewîstê din, ew bixwe ye. Di navbera wî û xwe de tu ferq nema ye û ti mesafe jî di navbera wan her duyan de tuneye. Loma Bayezidê Bestamî dibêje, "Ji ba xwe diçûm ba Xwedê; ta ku dengek ji dile min bang li min kir: ey ez ê bûyî tu, vegere xwe/dê!

    Evîn, mamosteyê mezin e. Tiştê hoyî meriya dike ev e: ne ez; tu. Guh bidê û li ser bifikire. Evîn, rêya xwediyên îrfanê ye. Ne tenê hezkirina jin an jî mêran e. Azadiya bê dawî di wir de veşartî ye û ew bê vir û bê derew û bê arezû ye. Nola wendabûnê ye. Ger tu di gerdûnê de wenda bibî, derew tê bîra kê?

    Melayê Cizîrî ket bîra min. Gerdûn û hemî tiştên li cîhana fîzîkî heye, evîna bûyî madde ye. Gelo evîn nebûya, Xwedê wê xwe çawa nîşanî xwe û me bidaya? Temaşe bike stêrk û cîhanê, şev û rojê. Temaşeya gerdûnê li xwe nihêrîna xwedê ye. Bi çavên te. Bêrîkirina me ya evînê jî, sûreta hesreta Xwedê ye. Hesreta wî ya ji bo me. Temaşe bike. Evîn, ne li hev nihêrîna dildaran e. Ew, hevra nihêrîna dildaran e. Jixwe gerdûn, teqlîd û nîşana rihê xwedê ye. Loma li wê binere, li xwe, li evînê. Derkevin erd û ezmanan. Li çola gerdûnê bang bikin: Ey hebûn! Ka kî li wir heye? Ew ê bersiva we bide: Tu. Îşte evin ew cewab e. Ew deng e.

    Ger kesek, bê dudilî, bê şek û bê gûman, dil û mejiyê xwe ji vê temaşe û xwediyê nerînê re veke, dikare bigehîje me'neya hebûnê. Ew, evîn e. Evîn yanî eşq (ez ê bejim evîn û eşq); hemî rewş, rêbaz û fersendên ku dikare rih û canê meriv bigêne temamiyê, di nav xwe de dihebîne. Ha keza, meriv, tenê bi rêya evînê dikare bigêne rastiya ku tê de cehalet û hêsîriya merivan tunebe. Lê evîna modern ne kemilî ye û ji du tiştan pêk tê: cehaletî (yanî nezanîna hezkirinê) û hêsîrî (yanî malîk bûn / xwedîbûna ê li hember xwe.) 

    Ji vir berdewam im.

    Evîn tu yî. Tu kî yî? Ez im tu. Cihenim ne tiştekî din e; ew jî ez im. Cinet jî. Hema dizanim, kes qandî eynika maleka bêkes ne bi tenê ye. Lê kezeba min, me evîn dîtiye ma mirin çi ye?

    Bi heman mijarî:

    Redwan Elî Xidir Badînî – rojnamevanê nevneteweyî, sîyasetmedar, nivîskar (Beşa Yekemîn)
    Redwan Elî Xidir (Badînî) – rojnamevanê nevnetewî, sîyasetmedar, nivîskar (Beşa duyemîn)
    Etîketan:
    mamoste, nivîskar, evîn, Kurdistan, Kurd, Îbrahîm Xelîl Baran, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de