15:09 21 Mijdar 2017
Zindî
    Serdana Barzanî bo dêra Asûriyan

    Serokê Kurdistanê, serdana Patrîkê Asûriyan kir

    © Foto: krg
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 28 0 0

    Duhî li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistana Federal, Dêra Rojhilat a Asûriyan bi merasimek fermî hatibû vekirin.

    Navenda nûçeyan-Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro li bajarokê Eynkawa yê Hewlêrê serdana Patrîkê Dêra Rojhilat a Asûriyan Mar Gorgîs kir.

    Barzanî, li gel Mar Gorgîs hat ba hev û got: ‘Herêma Kurdistanê li hember mesîhiyan erkê xwe bi cih aniye, lê eger kêmasiyên me hebin, hêvîdar im li me bibûrin. We di şoreşên Kurdistanê de gelek şehîd dane û ew şehîd sembolek in bo me hemûyan.'

    Patrîkê Dêra Rojhilat a Asûriyan Mar Gorgîs jî di bersiva gotina Barzanî de, spasiya Serokê Herêma Kurdistanê kir û wiha got: ‘Em hest nakin bi serdan hatine, em hest dikin li welatê xwe ne.'

    Mar Gorgîs di berdewamiya axaftina xwe de got:'Divê em pêwendiyên xwe pêş bixin û em dizanin pêşeroja me li rojhilat pêşerojeke geş e.'

    Duhî 123emîn Patrîkê Dêra Rojhilat a Asûriyan dest bi karê xwe kir. Patrîk Mar Gorgîsê Sêyem ku ji bajarê Dihokê ye, bû patrîkê nû. Kursiyê Patrîk ji Amerîka bo Herêma Kurdistanê hat veguhestin.

    Bi heman mijarî:

    Barzanî Cejna Qurbanê bi pêşmergeyan re derbas kir
    FLAŞ - Mesûd Barzanî diçe Rojavayê
    Barzanî peyamek pêşkêşî mamostayên ola îslamê yên Kurdistanê kir
    Etîketan:
    HHK, Mar Gorgîs, Mesûd Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de