16:44 26 Gulan 2018
Petrol

Herêma Kurdistanê: 'Sewqiyata petrolê dîsa dest pê kiriye'

© Fotolia / Edelweiss
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku sewqiyata petrolê ya rawestandî dîsa dest pê kiriye.

Wezareta Serweta Xwezayî ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke nivîskî de wiha ragihand: ‘Roja yekem a cejna qurbanê, li bajarê Rihayê yê di nava sînorên Tirkiyayê de bûyereke diziyê li ser xeta petrolê hatibû pêkanîn û sewqiyat hatibû rawestandin. Ji îro pê ve sewqiyatê dîsa dest pê kiriye.'
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ev sabotajên li ser xeta petrolê ziyaneke mezin digihîne gelê Kurdistanê û çavkaniya wan a diravî ya di şerê lî dijî DAIŞê dibire.  
Daxuyanî bal dikêşe ser wê yekê ku bêyî derhata petrolê ew dê nikaribin mehaneyên karmendan, Pêşmerge û hêzên asayişê bidin û bang li êrişkaran dike ku dest ji vê ziyankariyê vekişînin.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizayî jî heman bûyer nirxand û got ku ev sabotaj ziyaneke mezin didin xetê û tamîrkirina wê demeke dirêj dikêşe. Rawestandina herka petrolê ziyaneke giran digihîne aboriya me.

Bi heman mijarî:

Herema Kurdistanê meha Tebaxê çiqas petrol firotiye?
Nirxê diravan li bazarên Herêma Kurdistanê
Îran: ‘Em naxwazin Herêma Kurdistanê ji Iraqê cuda bibe.'
Mezintirîn projeya Herêma Kurdistanê di xeterê de ye
Herêma Kurdistanê: Em êdî nabin esîrên destê Bexdayê
Etîketan:
petrola kurdan, Kurd, Kurdistan, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de