21:39 24 Mijdar 2017
Zindî
    Pêşmerge - operasyon - Mûsil

    TAYBET - Rêzenivîsa serfermandarekî pêşmerge ji bo Spûtnîk Kurdistanê (Beşa Duyem)

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 7711

    Serbazê Pêşrew TEYIB EBDULLA GERDÎ / Pêşmerge li devera Mexmûrê

    'Herêma Kurdistanê wekî mînakeke çareseriyê'


    Operasyona rizgarkirina Mûsilê gelek caran hatiye behskirin. Axaftina kurdan li ser vê mijarê hebûye û Serok Barzanî dibêje ku ji bo pişkdariya pêşmerge şert û mercên kurdan hene. Ew şert û merc jî di berjewendiya neteweyî ya kurdan de ne.

    Di destpêka êrişên DAIŞê di êrişên destpêkê de hinek girtibûn destê xwe û pêşmerge jî ji bo zivirandina wan deverên kurdistanî xebitîbûn. Pêşmergeyan li zorbeya deveran karîbûn gundên kurdan bizivrînin û bixin desthilatdariya Herêma Kurdistanê.

    Her di destpêka erişên li hemberî yên pêşmerge Serokê Herêma Kurdistanê ragihand ku kurd êrişan nabin ser gundên ereban. Niha ereb û hikûmeta Iraqê her çi dema ku behsa êrişa leşkerê Iraqê ji bo zivirandina Mûsilê bikin behsa hevkariya pêşmerge dikin; lê kurd bê şert û merc ne mumkin e ku wê çendê bikin. Tenê bi merc û di bin serperiştiya Amerîka û hevpeymanên wê de dê pişkdariya şerê rizgariya Mûsilê bikin.

    Ji bo êrişa leşkerê Iraqê ya li ser Mûsilê divêt Iraq bikaribe deverên Bêcî, Hewîce û Giyareyê ya li bereya rojhilata Mûsilê bi temamî ji DAIŞê paqij bike û li başûrê rojavayê Enbar û Felûce û başûrê Mûsilê paqij bike. Li bakur û bakurê rojavayê Mûsilê jî Pêşmerge derdora du aliyên Mûsilê dorpêç kirine;  lê li wan deveran di êrişên leşkerê Iraqê de tu serkeftinek mezin xuya nebûye. Lewma êrişa li ser Mûsilê tenê bûye reklameke hikûmeta Ebadî.

    Hikûmeta Iraqê nikare Heşda Şe'bî ku tîmên olperest ên şî'eyan in di êrişan de bi kar bîne. Ji ber ku Amerîka rê nade wan hêzan ku êrişan bikin; ji ber ku ew grûp bi ser dezgehên agahiyê yên Îranê ne û sivîlan dikujin û gund û bajêrên sunîyan talan dikin û kiryarên wan mîna kiryarên DAIŞê ne. Lewma leşkerê Iraqê nikare bêyî êrişên zemînî yên leşkerê Amerîka, Hêzên Hevpeyman û Pêşmerge ne Mûsilê û ne jî deverên din bizivirîne bin destelata xwe.

    Dema ku ew dever jî bizivirin bin desthilatdaria hikûmeta Iraqê ya ku  piraniya desthilatdariyê di destê  şî'eyan de ye wê karesatên din çêbibin. Ji ber ku ev çend hat selmandin ku şî'e û sunnî nikarin di welatekî de bi hev re bijîn û divêt herêmeke sunnî ya serbixwe ya mîna Herêma Kurdistanê li Iraqê were çêkirin. Herwisa divêt ev herêm serbixwe bin û navendên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî (NY) wan biparêze. Wê demê sunnî dê bikaribin devera xwe ava bikin û ji terorê paqij bikin.

    Bi heman mijarî:

    TAYBET - Rêzenivîsa serfermandarekî pêşmerge ji bo Spûtnîk Kurdistanê (Beşa Yekem)
    Pêşmerge - Kerkûk - 10 gund rizgar bun
    Pêşmerge; êrişa DAIŞê têk bir
    Bikaranîna çekên kîmyayî li dijî Pêşmerge di rojeva NYê de ye
    Fermandarê Pêşmerge Ciwanroyî spartin axê
    Etîketan:
    Pêşmerge, Kurdistan, Kurd, Pêşmerge, TEYIB ABDULLA GERDÎ, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de