11:08 21 Mijdar 2017
Zindî
    Cemil Bayik

    Bayik: 'Vekişîn û çekdanîn êdî ne mumkin in'

    © AFP 2017/ BULENT KILIC
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 59 0 0

    Hevserokê Konseya Rêvebir a KCK Cemîl Bayik beşdarî bernameya Med Nûçeyê bû û derbarê rojevê de axivî.

    Hevserok Bayikî li ser êrişên artêşa Tirkiyayê yên li dijî PKKê û pêvajoya çareseriyê got ku PKK dê dest ji çekan bernede û ji çeperên xwe venekişe derveyî sînorên Tirkiyayê.

    Bayikî vê derbarê de wiha got: 'Me berê gerîla ji baregehan vekişande navendê; lêbelê vê biryara me ji pêvajoya çareseriyê re xizmetek nekir. Hate fêmkirin ku ev biryara me ji bo tasfiyekirina gerîla hatiye bikaranîn. Ji vir pê ve hêzên gerîla dê li çeperên xwe bimînin û ev yek encama xêrnexwazên çareseriyê ye. Êdî ew firsenda ku me dabû aliyê dewletê dê dubare nebe. Bila kesek li bendê nebe ku em ê ji bakurê Kurdistanê vekişin. Kes nikare vê daxwazê li ser me ferz bike û tiştekî wisa dê pêk neyê. Daxwaza çekdanîn û vekişînê dek û dolabeke xêrnexwazên çareseriyê ye.'

    Li gorî Bayikî ev şer ne şerê artêşa Tirkiyayê ye û divê vê yekê bizanibe û neyê xapê.

    Di berdewamiya axaftina xwe de Bayikî got: 'AKPê ev şer da destpêkirin, pêvajo rawestand û mutebeqeta berê înkar kir. Herwiha 24ê Tebaxê bi zanatî hate bijartin. Ji ber ku roja 24ê Tebaxê Peymana Lozanê hate îmzekirin û Kurdistan hate parçekirin.'

    Bayikî derbarê gelek mijarên rojevê yên wekî hilbijartinên 1ê Mijdarê, çewisandina elewiyan, operasyonên li dijî kurdan û berxwedana gelê kurd li dijî zaliman axivî.

    Bi heman mijarî:

    Bayik: ‘Me hêvî neda kesî ku em ê dewleta Tirkiyayê têk bibin'
    HPG: Divê zemîn ji provokasyonan re neyê pêşkêşkirin
    FLAŞ - HPG: 'Gerîla hîn agirê çalakiyan gur nekiriye'
    Daxwaza helwesta siyasî li dijî çalakiya HPG’ê
    KCK: 'Em ji agirbesta dualî ya bi hakem re amade ne'
    KCK: ‘Gelê Kurd ne bêxwedî ye, êrişê li wan bê kirin bê bersiv namîne'
    KCK: Em qet dereng nemînin, derhal têkoşînê bilind bikin
    KCK: Wê tevayî provokasyon vala bên derxistin û hêzên demokrasiyê qezenç bikin
    KCK: Artêşa Tirkiyeyê dixwaze dest bi şer bike
    Etîketan:
    Kurdistan, Kurd, HPG, PKK, KCK, Cemîl Bayik, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de