04:57 22 Mijdar 2017
Zindî
    Polês - şer- pevçûn - qedexe- operasyon - çalakî

    DOSYE - Duh li Elkê (Beytuşebabê) çi qewimî?

    © Sputnik/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 41 0 0

    Duh 25 Îlonê, li Elkê hêzên HPG ji çend aliyan ve êriş li ser noqteyên polêsan u li dijî Fermandariya Alaya Elkê pêk anîn û pevçûneke giran qewimî.

    Li gorî îdiayan hêzên HPG li girê fêza bajarê Elkê êriş bire ser çepereke leşkerî û pevçûneke dijwar derket; di encamê de ji leşkeran gelek 2 kuştî û birîndar çêbûn û herwiha çekên wan hatin desteserkirin.

    Dîsa li gorî îdiayê şer û pevçûnê heta berbanga sibehê berdewam kiriye û çepereke leşkerî ya li taxa Meydanê hatiye rûxandin. Tê gotin ku di pevçûnê de endamên HPGê jî jiyanên xwe ji dest dane; lêbelê derbarê hejmara wan de agehiyên xurt nehatine bidestxistin.

    Piştî bûyera ku du leşkerên Tirkiyeyê hatibûn kuştin, hêzên dewleta Tirkiyayê gundên Setkar, Tilbes, Faraşîn, Meydan, Germav (Ilıca), Gernex ve Tivorê yên ku li ser navçeya Elkê ya Şirnexê ve ne dane ber topan. Li gundê Setkarê di encama teqîna topa hawanê de ji heman malbatê 3 welatî hatin kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.

    Ambulansa ku ber bi cihê bûyerê diçû ji aliyê tîmên taybet ve hate gulebarankirin û di encamê de ajovan Şêxmus Dursun jiyana xwe ji dest da. Ev agehiya gulebaranê ji aliyê Parlementera HDPê ya Stenbolê Huda Kaya ve jî hate piştrastkirin ku ji aliyên hêzên dewletê ve hatiye pêk anîn.

    Di topbaranê de 3 welatiyên bi navê Ahmet Temel, kurê wî Behcet û Alya Temel jiyanên xwe ji dest dan. Di teqînê de Fevzi Temel û Hasan Temel jî bi giranî birîndar bûn. Cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qilabanê. Kesen birîndar jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

    Piştî rapora otopsiyê, malbatê cenazeyê Ahmet Temel û Behcet Temel ji nexweşxaneyê girtin û ji bo ku defin bikin birin Elkê. Cenazeyê Alya Temel jî şandin Edeneyê.

    Bi heman mijarî:

    Li Şirnexê êriş: 2 leşker hatin kuştin
    Li Sîlopiyê êriş: 1 kuştî, 1 birîndar
    Li ser esnafên kurd êriş: 2 birîndar
    Bîlançoya 2 rojên nijadperestiyê: 305 êriş
    Rojnameyên Tirkî - Êriş û hêrsa li dijî kurdan zêde dibe
    Etîketan:
    Elkê, Kurdistan, Kurd, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de