08:17 22 Mijdar 2017
Zindî
    Huda Kaya

    Huda Kaya: 'Xwînrij di cejnê de jî li ser kar bûn'

    © Sputnik/ Cesîm Îlhan
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Parlementera HDPê ya Stenbolê Huda Kaya derbarê bûyerên Elkê de axivî û rexneyên tund li zihniyeta serdest kir.

    Kayayê got: ‘Qe nebe di roja cejnê de berpirsiyariya mirovbûnê bi cih bînin û dest ji zilmê vekşînin.'

    Parlementera HDPê Kayayê di berdewamiya axafina xwe got ku PKKê ragihandiye ku ji agirbestê re amade ye; lêbelê çapemeniya alîgir a hikûmetê hê dibêje ku PKK xwînê dirijîne.

    Kayayê got: Ev bûyera Elkê ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye pêkanîn, ew şofêrê ambulansê ji aliyê wan ve hatiye qetlkirin; lêbelê medya vê yekê li hêzên kurd bar dike. Ev lîstik û agehiyên şaş di êrişên Cizîrê de jî ceribandibûn.'

    Kayayê di dawiya axaftina xwe de bang li hukimetê kir û got: 'Zilma we gihiştiye ber perê esmanan. Bizanibin, ew kesên ku li gelên xwe zilmê dikin, teqez bersiva xwe ya misteheq werdigirin. Bihêlin em di nava aştiyê de bijîn; nexwe gel dê bersiva we dûr an nêzîk bide. '

    Bi heman mijarî:

    HDP: 'Yê ji bo Qralê Siûdî şînê îlan dike bila şermbike'
    HDP: ‘Ev êriş çima pêk hatin wezîro?'
    HDP û EMEP: 'Di 1ê Mijdarê de em ê bi hev re tevbigerin'
    HDP ji bo 8 bajarî pilaneke taybet amade dike
    Îtifaqa HDP û MHPê ya yekem
    Orhan Pamûk: 'HDP aştiyê dixwaze, divê hukumet jî bixwaze'
    Etîketan:
    Elkê, Kurdistan, Kurd, HDP, Huda Kaya, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de