11:05 21 Mijdar 2017
Zindî
    Barzanî serdana pêşmerge kir

    Barzanî Cejna Qurbanê bi pêşmergeyan re derbas kir

    © Foto: krg
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 65 0 0

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî duhî di yekemîn roja cejna Qurbanê de serdana eniya Xazir a Hêza Pêşmerge kir û cejna xwe ligel Pêşmergeyan derbas kir.

    Hewlêr-Di daxuyaniyê hat gotin ku duhî 24ê Îlonê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi boneya cejna Qurbanî serdana Hêzên Pêşmerge li eniya Xazir kir û yekemîn roja cejna xwe ligel Pêşmergeyan derbas kir.

    Serkê Herêma Kurdistanê di vê serdana xwe ya duhî de pîrozbayî li pêşmegeyên eniya Xazir kir û got, ‘ her ji wir ve pîrozbayî ji yek bi yek ji pêşmereyên Kurdistanê re şand ku her ji Xaneqînê ve heya Şingalê bergirî li gelê Kurdistanê û mirovtî û nirxên mirovatiyê dikin.'

    Mesûd Barzanî di vê serdanê de serkirdeyê şehîd Fereydûn Ciwanroyî bi bîr anî û got, ‘rola wî gelek bilind bû, di şerê li dijî çekdarên DAIŞê de erkê xwe bo bergirîkirin ji axa Kurdistanê li eniya Xazir bi qehremane û bi awayekê gelek serkevtî pêk anî.

    Fereydûn Ciwanroyî şeva 25ê Tîrmeha îsal di bûyerekê de ku hat gotin bûyereke trafîkê bûye, li navçeya Xebat a girêdayî Hewlêrê jiyana xwe ji dest da, lê piştre Polîsê Hewlêrê di daxuyaniyekê de ragihand ku, Ciwanroyî bûye qurbaniyê dijmindariya navbera du malbatan û bi şaşî ji aliyê çend kesên ser bi mezinê malbatekê ve gulle lê hatine reşandin û jiyana xwe ji dest daye.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: Em ligel Barzanî berdewamin bo rizgar kirina Mûsilê
    Barzanî û Salih Muslim li Hewlêrê li ser çi axivîbûn?
    PYD: Civîna me li gel Barzanî li ser daxwaza Emerîka bû
    Barzanî li Kobaniyê li ser navê Alan dibistan û nexweşxaneyê ava dike
    Etîketan:
    HHK, Mesûd Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de