23:58 20 Mijdar 2017
Zindî
    Şewata Daristanê

    Daristan cigera Kurdistanê ne û ji bo kêfa kê dişwetin?

    © REUTERS/ / Gleb Garanich
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Li gorî sê nûçeyên DIHAyê yên cuda, li sê herêmên kurdnişîn ên cuda, sê ekîbên ji heman ferasetê agir berdane daristanan.

    Di şewata li Sêrtê de leşker Çiyayê Gabarê topbaran dikin û li herêma daristanî ya Çiravê şewat derdikeve. Tê zanîn ku sedema şewata li herêma Berojê Gurdêla û Gundê Emuyan jî topbarana leşkeriyê ye.
    Ji aliyekî din ve li Kerborana Mêrdînê leşker û cerdevanên ku li ser Bendava Ilisuyê ya nobetê digirin derdor gulebaran kirin û di encama gulebaranê de şewat derketiye. Ekîbên agirkuj ên şaredariyê û gel bi zorê agir vemirandine.
    Her wiha li navçeya Mahsertê ya Mêrdînê kesên nasnameya wan nayê zanîn li bi wesayîtên bêplaqe çûn herêma daristana taxên Golê û Kermêtê û agir bi daristanê xistin.

    Bi heman mijarî:

    PAJK: 'Cizîr ne bi tenê ye'
    Mêrdîn bajarê kevnar, mûzexaneya servekirî
    Etîketan:
    Kurdistan, Kurd, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de