18:05 23 Mijdar 2017
Zindî
    Cizîr

    Bangewaziya melayên Cizîrê: ‘Li hemberî zilmê raweste'

    © Ruptly. Ömer Faruk Baran
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Komeleya Zanayên Olê yên Botanê (DINDER) ji bo ku berteka xwe ya li hemberî zilma li ser bajarê Cizîrê nîşan bidin ber bi Miftûtiya Cizîrê ve meş li dar xistin û daxuyanî belav kirin.

    Li gorî nûçeyeke DIHAyê meleyên endamên ku Komeleya Zanayên Olê yên Botanê (DINDER) ji bo ku bertek nîşanî vê bidin ber bi Miftûtiya Cizîrê ve meşiyan. Mele, ji Goristana Cizîrê heta avahiya muftîtiyê meşiyan û li vir daxuyaniyeke çapemeniyê belav kirin.

    Li ser komeleyê Mele Îsmaîl Yanik axivî û bibîr xist ku dema qedexeyê, mizgeft girtî mane, azan nehatiye xwendin, destûr nehatiye dayîn ku nimêja înê jî were kirin.

     'Meleyê ku dixwest azanê bixwîne birîndar kirin'

     Yanik diyar kir ku di demên şer de jî divê azan neyê bêdengkirin û wiha berdewam kir: ‘Yên ku vî şerî dimeşînin tu eleqeya wan bi Misilmantiyê tune ye. Meleyê ku xwest biçe mizgeftê birîndar kirin. Meleyek me hate girtin û ew şandin girtîgehê. Ev êrîş wehşetek li hemberî mirovahiyê ye.'

     Yanik destnîşan kir ku yên ne alîgirê aşitî, biratî û dadê ne cihê wan di hafa Xwedê de tuneye û wiha dawî li gotinên xwe anî: 'Em bang Serokê Karên Diyanetê dikin ku berê xwe bide ayetên Quranê. Bangewaziya me ew e ku li hemberî vê zilmê û bêedaletiyê raweste.'

    Bi heman mijarî:

    'Kantona Cizîrê bi boneya cejnê girtiyan efû dike'
    Raporta Cizîrê: 'Kuştin bi kêfî ye û derveyî qanûnan e'
    Li wî navçeyê rêxistina AKPê îstîfa kir
    Etîketan:
    Cizîr, Kurdistan, Kurd, Komeleya Zanayên Olê yên Botanê (DINDER), Mele Îsmaîl Yanik, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de