14:41 21 Mijdar 2017
Zindî
    Baroya Amedê ji bo mafên zarokan û istismara zayendî daxuyanî da

    Raporta Cizîrê: 'Kuştin bi kêfî ye û derveyî qanûnan e'

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 29 0 0

    Baroya Amedê li ser bûyerên Cizîrê raporteke berfireh amade kir û tevî malbatên qurbaniyan ji raya giştî re eşkere kir.

    Li gorî raportê di navbera 5 û 12ê Îlonê de 15 sîvîl ji ber çekên giran, 5 sîvîlên jî ji ber ku dermankirina wan hatiye astengkirin jiyanên xwe ji dest dane. Herwiha 25 polês jî di êrişa xwe de birîndar bûne.

    Raport Waliyê Şirnexê jî rexne dike û dibêje li wî bajarî hemî kuştî Cizîrî ne.

    Li gorî qanûnzanên Baroya Amedê ev qedexa heşt rojan a li ser Cizirê bingeha xwe ji qanûnan nagire. Divê parlamentoya Tirkiyayê li ser bûyerên Cizîrê xebatê bike û wezareta karê navxweyî jî waliyê Şirnexê ji kar dûr bixe.

    Raport dibêje ku bikaranîna çeken giran û kuştina mirovan bi kêfî pêk hatiye û bangî Neteweyê Yekbûyî dike ku li ser Cizîrê raportekê amade bike.

    Hêjayî gotinê ye ku ev raport belgeyeke gelekî girîng e ku cih daye delîlan û raport ji aliyê naverokê ve xurt kiriye.

    Tevahiyê raportê bi tirkî û bi pêşgotineke inglîzî hatiye amadekirin.

    Lînka raportê ji vir daxînin:

    http://www.diyarbakirbarosu.org.tr/filemanager/cizre%20raporu.pdf

     

    Bi heman mijarî:

    Wekîlê HDP'ê Sariyildiz: Cizîr birîndar e
    PAJK: 'Cizîr ne bi tenê ye'
    KCK: Roj roja rabûna ser piyan e - Cizîr meşa azadîye ye
    TAYBET - Sariyildiz; Cizîr bê av, bijîşk û elektrîk maye
    TAYBET- Endamê Azadiyê Atila Pay: ‘Cizîr nalenal dike'
    YPG: Li Cizîr û Kobanê 80 çete hatine kuştin
    Etîketan:
    Cizîr, Kurdistan, Kurd, Baroya Amedê, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de