23:58 20 Mijdar 2017
Zindî
    Serokê baroya Amedê

    Baroya Amedê: ‘Armanca lêpirsînan ne zelal e’

    © Foto: Nûçegîhan Gulnûş
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Li gorî nûçeyeke ANFê Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi diyar kiriye ku lêpirsînên bi sûcdariya 'heqareta li Serokomarê Tirkiyê Erdogan' tên vekirin, zexteke siyasî ye, dadger di bin bandorê dihêle û kirasê vê lêpirsînê jî gelekî fireh e.

    Elçi di berdewamiya axaftina xwe de wiha gotiye: ‘Ji rojnamevanan bigire heta malbatên leşkeran gelek kes ji ber sûcê heqareta li Serokkomar tên darizandin. Wê hingê bersûc li gorî xala 299an Qanûna Cezayê ya Tirkiyayê ji 4 heta 8 salan cezayê girtinê jê re tê dayîn, bi şertê destûra Wezareta Edaletê tê vekirin. Serlêdanên heta niha hatine kirin, ji aliyê wezaretê ve hatine erêkirin. Sûcdariya heqaretê dema miameleya 'sûcê terorê' bibîne, wê hingî wekî mudaxeleyeke giran li ser azadiya ramanê tê dîtin.’
    Li gorî nûçeyê di dozên 'heqareta li Serokomar' de, ku li dijî feraseta Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê tê dîtin, di sala 2014an de 440 hezar dolar tazmînat hatiye dayîn. Parlamenterê berê yê AKPê û xwendekarê lîseyê yê 16 salî jî di nav de li gelek kesan ceza hatiye birîn.

    Bi heman mijarî:

    Tahir Elçî: 3 kesên sivîl ji aliyê nîşangiran ve hatine qetilkirin
    Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî
    Etîketan:
    Kurdistan, Kurd, Baroya Amedê, Tahîr Elçî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de