12:41 25 Mijdar 2017
Zindî
    Parlamentoya Herêma Kurdistanê

    Parlamentoya Kurdistanê ji bo Zergeleyê ji Tirkiyeyê tezmînat xwest

    © Foto: krg.org
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 122 0 0

    Parlamentoya Kurdistanê, ji bo bombebarana li gundê Zergeleyê xwest ku Tirkiye tezmînatê bide.

    Balafirên artêşa tirk di 1ê Tebaxê de gundê Zergeleyê ya Başûrê Kurdistanê ye bombekirin û di encamê de 8 sivîl hatibûn kuştin.

    Îro Berpirsyarê Karên Derve ya Parlamentoya Kurdistanê Felah Mistefa bi Konsolosê Tirk ya Hewlêrê re civîneke li dar xist.

    Hat ragihandin ku di civînêde Felah Mistefa derbarê bombekirina gundê Zergeleyê raporekê berfireh daye Konsolosê Tirk û li wan pêşnîyar kiriye ku bila dewleta tirk dev ji şerê berde û vegere muzakereyê.

    Parlementer Qedîr Rezgeyî jî diyar kir ku wan ji bo malbatên di bombebaranê de ziyan dîtine ji dewleta tirk tezmîneta maddî û menewî xwestine.

    Rezgeyî got:'Bi taybet ji bo malbatên ku zarokê wan di bombebaranê de hatibû qetilkirin û piştre koç kiribûn re me ji Tirkiyeyê tezmînat xwest.'

     

    Bi heman mijarî:

    HPG: ‘25 leşkerên tirk hatin kuştin'
    Li Şemzînanê şer
    Serokamar Erdogan û serokên partiyên siyasî ji bo Cejna Qurbanê peyam weşandin
    Peresîna iPhonê
    Camiya Moskovayê ku li Ewropayê heri mezîn e, Erdogan û Pûtîn vekir
    Li Îzmîrê 40 kes hatin binçavkirin
    Etîketan:
    Parlamentoya Kurdistanê, Felah Mistefa, Qedîr Rezgeyî, Hewlêr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de