11:11 21 Mijdar 2017
Zindî
    Baregeha Petrolê

    Amerîka: Kurdistan bi serbestî dikare petrola xwe bifroşe

    © REUTERS/ Laszlo Balogh
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 54 0 0

    Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku, Kurdistan bê problem dikare petrola xwe bifroşe û tu astengî li pêşiya wê tunene.

    Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku: ‘Biryara dadgeha Amerîka diyar dike di dawiyê de divê Wezareta Petrolê ya Iraqê hemû giliyên xwe yên bê bingeh li ser Herêma Kurdistanê bikşîne. Li gorî biryara wê dadgehê ti wate ji gilî re nemaye ji ber ku petrol hatiye firotin û gihîştiye cihê xwe.'

    Wezaretê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got, ‘Hikûmeta Herêma Kurdistanê di wê baweriyê de ye ku pêwîst e ew dosye zû bê girtin, ji ber ku rewş her wek xwe ma û ti qedexeyek ji serî de li ser hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê tune bû.'

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gorî daxuyaniya Wezareta Çavkaniyên Xwezayî dê berdewam be li ser hinardekirina petrolê bo derve û ev jî li gorî Destûra Iraqê ya qanûnî ye.

    Bi heman mijarî:

    Îran yekemîn car piştî sizan, bêhtirîn petrol hilbirandiye
    Li Kalifornyayê jiber xerabûna boryan, gelek petrol rijya
    Etîketan:
    HHK, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de