13:57 24 Mijdar 2017
Zindî
    Pêşmerge - Mûsil - operasyon

    TAYBET - Rêzenivîsa serfermandarekî pêşmerge ji bo Spûtnîk Kurdistanê (Beşa Yekem)

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 11520

    Serbazê Pêşrew TEYIB EBDULLA GERDÎ / Pêşmerge li devera Mexmûrê

    Kantonên Rojava û Pirsgirêka Vegera Peşmerge

    Kantonên Rojava heya niha rêgirî li çûna pêşmergeyê rojava kiriye ku bizivirin Rojava û şer ji bo parastina gelê Rojava bikin. Zivirîna pêşmergeyê Rojava di kombûna dumahîk a navbera hêzên kurdî yên Rojava de li jêr çavdêriya Birêz Mesûd Barzanî li Dihokê behsa lihevkirina hêzên siyasî û leşkerî kiriye; lê çi pêşketin çênebûn û kanton di bin desthilata TEVDEMê de man.

    PYD û hevpeymanên wê an jî partiyên wê karîn partiyên din pişkekê ji xebatê dûr bigirin û rê nedan pêşmerge bizivirin û meydana serbaziyê kirin meydana YPGê. Ev jî encama hizra PYDê ye ku nikare kesên di hizrê de ji xwe cuda qebûl bike. Ev tiştekî pir xirab e ji bo pêşeroja aştî û demokrasiyê.

    Niha piştî kombûna Serokê Herêma Kurdistanê Birêz Mesûd Barzanî û Salih Muslim a li Hewlêrê behsa zivirîna pêşmerge ji bo Rojava hatiye kirin; lê bi baweriya min eger pêşmerge li Rojava şer bike wê di bin çavdêrî û serperiştiya Amerîka û hevpeymanên wê be. Kantonan çi carî ji pêşmergeyê Rojava nexwestiye ku biçin Rojava. Eger bixwaze divê di bin fermandariya YPGê de bin; ne wek hevpişk lê wekî serbazê YPGê.

    Eger kantonên Rojava bixwazin pêşmergeyeyê başûr here Rojava ew tenê ji bo bidestxistina piştgîriya zêdetir ji bo hevpeymanan e û taktîkî ye û girêdayî piştgîriya Rûsyayê ya ji rêjîma Esed re ye.

    Hevpeymaniya Sûriyayê û PYDê tiştekî ne veşartî ye. Lewma eger ew daxwaz hebe, ew ê  wekî daxwaza alîkariya Rojava ya heyama şerê Kobaniyê ji başûr xwastî  nebe. Ez ne bawer im ku Kantonên Rojava rê bidin pêşmerge ku bizivrin Rojava; lê ferzkirina wan ji layê Amerîka û hevpeymanên wê ve tiştekî nû dixe rojevê û ewçende pirsiyaran dixe holê.

    — Erê, gelo di wê demê de wê raya Rûsya û Îranê û rêjîmê li hemberî TEVDEMê çi be?

    — Erê, YPG dikare xwe bike hevpeymana birayê xwe yê pêşmerge û bibe hevpeymana durist a Amerîka û dest ji hevpeymaniyên din berde?

    — Erê dibe ku di wê demê de PYD di navbera du hevpeymaniyan de karê xwe bike?

    — Eger PYD daxwaza Amerîkayê ya ji bo zivirandina pêşmerge ji bo Rojava qebûl neke wê çi bibe?

    Bi heman mijarî:

    MOSKOW - "Divê Rûsya li gel Pêşmerge û YPGê be"
    TAYBET-Rêdûr Xelîl: 'Leşkerên amerîkî nehatine û pêşmerge jî dê neyên'
    Pêşmerge derbasî Rojava dibe
    Etîketan:
    Kurdistan, Kurd, Pêşmerge, TEYIB ABDULLA GERDÎ, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de