06:34 23 Mijdar 2017
Zindî
    Pêşmerge - operasyon - Mûsil

    Kosret Resûl: 'Eger em yekbin em ê bibin dewlet'

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 32 0 0

    Kosret Resûl, daxwaz ji Hêzên Pêşmerge kir ku ew tenê bibin hêza kurdî û pêşmergeyên Kurdistanê.

    Cîgirê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl wiha ragihand: 'Nexşeya siyasî ya li cîhanê tê guhertin û heke em yek bin, em ê bikaribin Dewleta Kurdistanê ragihînin.'

    Duh 21 Îlonê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl li bajarê Silêmaniyê ligel komek efserên Pêşmerge civiyabû. Malpera serkirdayetiya YNKê naveroka civînê belav kiriye û Kosret Resûl gotiye: ‘Hêzên

    Pêşmerge yên Kurdistanê canfîdayane bi xwîna xwe sînorên Kurdistanê parastine û bûn mezintirîn rêgirên têrorê.'

    Herwiha daxwaz ji pêşmergeyan kiriye ku ew bibin hêzeke kurdî û bibin pêşmergeyên Kurdistanê. Resûl: ‘Dewleta Kurdistanê di rê de ye. Dilrast bin, eger em yek bin û yekrêziya xwe biparêzin, dadwerî bibe biryara me, teqez em dê bibin xwedî dewleta xwe.'

    Resûl di dawiya axaftina xwe de got: 'Nexşeya siyaseta cîhanê tê guhertin û eger ‘em xwe bikin yek em ê bikaribin dewleta xwe ragihînin, eger na em tu sûdeyekê ji vê derfetê nakin.'

    Bi heman mijarî:

    Mela Bextiyar: YNK`ê bi hemû hêza xwe piştevaniya her çar beşên Kurdistanê dike
    AKPê bi YNK û PDKê re hevdîtin kir
    YNK, Goran, Yegirtû û Komelê biryara dawî dan
    Etîketan:
    YNK, Kosret Resûl, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de