19:57 23 Mijdar 2017
Zindî
    Ebû Bekir Bexdadî

    DAIŞ ji Iraqê vedikişe

    © AP Photo
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 75 0 0

    Serokê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî biryar da, rêxistina DAIŞê dê rêvebirên xwe yên payebilind ji Enbara Iraqê paş ve bikişîne û bibe nav axa Sûriyayê.

    Hukimeta Iraqê amadekariyên xwe ji bo şerê kontrolkirina parêzgeha Enbarê û derxistina wê ji dest çekdarên DAIŞê berfirehtir dike û di wê navberê de, DAIŞ serkirdeyên xwe yên payebilind ji tirsan ve paş ve dikişîne.

    DAIŞ
    © Foto: AP Photo/ File
    Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, Serokê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî biryarek derxistiye ku li gorî wê biryarê pêwist e rêvebirên payebilind ên rêxistina DAIŞê ji parêzgeha Enbara Iraqê derkevin û xwe di nava axa Sûriyayê ya di bin kontrola DAIŞê de biparêzin.

    Efserê ji Polîsê Enbarê Setar Dilêmî di daxuyaniyeke çapemeniyê de wiha ragihand: ‘Li gorî agahiyên îstixbaratî ku gihiştine destê me, bi fermana Serokê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî, DAIŞê biryar daye ku rêvebirên xwe yên tên zanîn ji bajarê Rumadî ber bi nav axa Sûriyayê paş ve vekişîne.'

    Her wiha ev çend roj in, ji bo rizgarkirina bajarên di destê DAIŞê de rêvebirên amerîkayî bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi Iraqê re dan û standinan dikin.

    Bi heman mijarî:

    PDK: ‘DAIŞ bazirganiya organan dike'
    Pûtîn, DAIŞ gefan li Mekke û Medînê dixwe
    Li Kerkûkê 45 DAIŞ hatin girtin
    Operasyonên Bexdayê de 21 DAIŞ hatin kuştin
    Etîketan:
    DAIŞ, Ebu Bekîr Bexdadî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de