19:45 23 Mijdar 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî

    Barzanî peyamek pêşkêşî mamostayên ola îslamê yên Kurdistanê kir

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 25 0 0

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyamekê de daxwaz kir, rê li pêşiya hizra tundrewî û tekfîrî di nav gelê kurd de bê girtin.

    Hewler — Malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamek pêşkêşî mamostayên ola îslamê yên Kurdistanê kir.

    PYD, Kurdistan
    © AFP 2017/ Louisa Gouliamaki
    Di daxuyaniyê de Mesûd Barzanî rola mamostayên ola îslamê bi gellek hestyar wesif dike û dibêje: "Em ji wê yekê dilhêsayî ne ku mamostayên olî li Kurdistanê amade ne bi rihê pêşmergatiyê bergirî li axa Kurdistanê û kerameta xelkê Kurdistanê bikin."

    Barzanî herwiha di wê peyamê de ku bi helkevta 45 salî ya damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê belav kiriye, dibêje: "Hizra tundrewî gefê li gelê me û hemû mirovatiyê dike. Rola mamostayên olî gellek hesas e."

    Barzanî bang li mamostayên olî yê Kurdistanê dike û radigihîne: "Erkê we ye ku rê li ber belavbûna hizra tundrewî û tekfîrî di nava gelê me de bigrin."

    Serokê Herêma Kurdistanê di beşeke din a peyama xwe de hêvî dike: "Mamostayên olî berdewam bin li ser agahdarkirin û hişyarkirina xelkê li ser bingeha hezkirina niştîman, lêborîn û rawestan li dijî diyardeya terorê û li dijî hemû wan hizr û kiryaran bisekinin ku berovajiyê rihê ola îslamê û nirxên mirovahiyê ne ku armanca wan bikaranîna olê bo bidestxistina destkevtên dinyayê ye."

    Bi heman mijarî:

    HPG: ‘Yek jê fermandar 4 şervanên me şehîd bûn'
    PDKê çima pêşniyarên YNKê red kir?
    Gelo PKK dê mîlîtanên PYDê derbasî Tirkiyayê bike?
    VÎDYO - Salvegera Êrişa DAIŞê li Ser Kobaniyê (13 Îlon 2014 - hê jî didome...)
    Etîketan:
    Mesûd Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de