03:00 25 Mijdar 2017
Zindî
    Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)

    PDKê çima pêşniyarên YNKê red kir?

    © Flickr
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 1911

    Endamê Encumena Serokatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Ferid Eseserd got, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) pêşniyariyên wan ên derbarê pirsa Serokoatiya Herêma Kurdistanê de red kiriye.

    Hewler — Ferîd Eseserd herwiha got: "PDKê bi rêya Berdevkê xwe Ceifer Êminkî ve her du bijardeyên me red kirin, lê belê em li bendê bûn bi nivîskî bersiva me bidin nek bi rêya medyayan.

    Çimkî me ji wan re got em bi nivîskî bijardeyan didin we, hûn jî bi nivîskî bersiva me bidin, lê wan ew yek nekir."

    Eseserd dibêje, ew hêj li bendê ne ku di civîna 5 alî ya ku biryar e roja 6ê meha dahatî were lidarxistin, PDK bi şêweyeke nivîskî bersiva bijardeyên wan bide.

    Ew endmaê Serkirdatiya YNKê behsa wê yekê jî dike ku wan wek YNK di civîna herî dawî ya 5 alî de tekezî li ser encamdana hilbijarina pêşwext kiriye, eger derbarê kirîza Serokatiya Herêma Kurdistanê de negihîştin ti lihevkirinekê.

    Ferîd Eseserd destnîşan kir: "Wek xuya dibe, ewa ku niha valahiya yasayî jê re çê dibe, kursiyê Serokê Herêma Kurdistanê ye, yanî gerek hilbijartina pêşwext ji kursiyê Serokê Herêma Kurdistanê re bê kirin. Eger aliyan qebûl kir û hilbijartin berfirehtir kirin bo parlamentoyê jî, em wek YNKê nerazî nînin."

    Roja pêncşemiya borî 17ê Îlonê heştemîn civîna navbera PDK, YNK, Goran, Yekgirtû û Komel bo çareserkirina kirîza Serokatiya Herêma Kurdistanê li hola Şehîd Seidullah li bajarê Hewlêrê hatibû lidarxistin.

    Di civînê de her 4 aliyên YNK, Goran, Yekgirtû û Komel 2 pêşniyar pêşkêşî PDKê kirin û daxwaz jê kirin ku yek ji wan her du pêşniyaran qebûl bike.

    Di wê civînê de PDKê qebûl kir ku pêşniayara duyem a aliyan binirxîne.

    Li gor pêşniyara duyem a her 4 aliyan, Serokê Herêma Kurdistanê dê di nava gel de were hilbijartin, lê gerek desthilatên wê werin kêmkirin.

    Pêşniyara yekem a wan her 4 aliyan ew bû ku Serokê Herêma Kurdistanê di nava Parlamentoya Kurdistanê de were destnîşankirin û dê xwediyê desthilatek zêde be.

    Bi heman mijarî:

    Gelo PKK dê mîlîtanên PYDê derbasî Tirkiyayê bike?
    VÎDYO - Salvegera Êrişa DAIŞê li Ser Kobaniyê (13 Îlon 2014 - hê jî didome...)
    Artêşa Tirkîyayê goristanan hildiweşîne; berê Varto a niha jî Cûdî
    Rêxistina HRWê: Haşdî Şabî jî wekî DAIŞê ye
    Davutoglu: 'Operasyon dê bênavber bidomin'
    Etîketan:
    PDK, Ceifer Êminkî, Hewlêr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de