23:59 20 Mijdar 2017
Zindî
    Şervanên YPG li Kobanê

    VÎDYO - Salvegera Êrişa DAIŞê li Ser Kobaniyê (13 Îlon 2014 - hê jî didome...)

    © AFP 2017/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 1611

    Di vê dawiyê de li ser berxwedana Kobaniyê gelek weşan û xebatên dîtbarî hatin amade kirin. 3 şahidên heyama êriş û berxwedanê roja 15 Îlonê ji beşa kurmancî ya Dengê Amerîkayê re axivîn.

    Rojnamevan û rêvebirê radyoya ARTA FMê li Kobaniyê Stêrê Çello ku bajêr dişopîne wê heyamê wiha dinirxîne: ‘Pêngava Kobaniyê bajar ji astekê derbasî asteke din kiriye. Cara pêşîn kurd ligel serkeftinên û dîplomasiyê bi pêş ve dibin. Asta hera girîng a niha ji nû ve avakirina bajêr e û binesaziya wê ya şaristanî ye. Her çiqas metirsî hebin jî gel gihiştiye asta xweparastinê.'
    Dr. Bextiyar Hisên, pizîşk û çalakvanê ku dibe şahidê birîndar û mirinê  wiha dibêje: ‘Xemgîntirîn sala tenduristiyê ya Kobaniyê, ev sala êrişa sala DAIŞê; lê gelê bajêr bi berxwedana xwe ji qonaxê derbas bû. Mixabin windahî û ziyan li can û bedenan ket.'


    Rojnamevan û çalakvanê alîkarî û hawarçûnê Mistefa Ebdiyê ku li Kobaniyê dimîne jî balê dikêşe ser qetliyama 25ê Hezîrana 2015an û wiha dibêje: ‘Çalakvan di warê alîkarî û hawarçûnê de rêzdar Mistefa Ebdî: Dema ku gel ji bajêr derket pergala jiyanê guherî. Dema ku vegeriyan jî cardin rastî guherîneke dîtir hat. 25ê Hezîranê jiyan serobino bû kuştina jin, zarok, kal, pîr û mêr bi kêran bi xwînxwarî hatin qetil kirin. Gel li hêviyê ye ku dîsa bajarê ava bike, herwiha li benda alîkariyan e.'

    Bi heman mijarî:

    Berxwedana Kobanê dibe belgefîlm
    Hezar û 407 welatî vegeriyan Kobanê
    Şehîdên komkujiya Kobanê di 40 rojiya xwe de hatin bi bîr anîn
    Şandeya Ewrupî ji bo destekdayînê serdana Kobanê kir
    Kobanê bûye goristana DAIŞiyên lîbî
    Etîketan:
    Kobanî, Kurdistan, Kurd, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de