03:16 25 Mijdar 2017
Zindî
    PYD, Kurdistan

    Serokê Kildaniyan: Kurdistan aram e

    © AFP 2017/ Louisa Gouliamaki
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 2511

    Serokê Dêrên Kildaniyên Ortodosk yên Cihanê Patriyark Mar Luîs Sako di hevdîtinê de got, ‘rêvebirên Kurdistanê di hemû serdemên xwe de rêz û qedrekî taybet dane Mesihiyan.

    Luis Sako daxuyand ku rêberên Partiya Demokrata Kurdistanê di hemû serdemên xwe de rêzek teybet dane Mesîhiyan û ew weka bira dîtine. Ji ber vê jî di sengerên şoreşê de xwîna Pêşmergeyên kurd û Mesihiyan bihev re rijiyaye û Kurdistan ji

    Seîd Memozînî
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    gelek deverên Rojhilata Navîn aramtir e.

    Sekreterê polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî îro li Selahadîn pêşwaziya Serokê Dêrên Kildaniyên Katolîk ên Cîhanê Patriyark Mar Luis Sako û metranên Amerîka, Kanada, Îran û Hewlêrê kir.

    Li gor daxuyaniya malpera fermî ya PDK'ê di hevdîtinê de Mîranî behsa rewşa îro ya Iraqê û Kurdistanê kir. Derbarê pêkvejiyana kurdan û gelên xiristiyan jî diyar kir ku ji kûrahiya dîrokê ve heta niha van gelan bihev re bi biratî û yekrêzî, di nava aştiyê de jiyane.

    Ala Amerîkayê
    © Sputnik/ Natalya Seleverstova
    Mîranî got, ‘em we weke mêvan nabînin. Jiber ku em bi hevbeş hemwelatiyê vê herêmê ne. Serok Barzanî jî çi li Kurdistanê be, çi jî li Iraqê, giringiyê dide biratiyê û piştgirî dide Mesihiyan bo sepandina mafên wan.'

    Bi heman mijarî:

    Kurdistan derbazî xwefînasekirênê bu
    Îran û Kurdistan dest bi pevguhertina girtiyan dikin
    Li Amerîkayê fîlma hera baş: 'Kurdistan Kurdistan'
    Etîketan:
    PDK, Patriyark Mar Luis Sako, Fazil Mîranî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de