05:48 21 Mijdar 2017
Zindî
    Leşkerên Amerîkayê

    Amerîkayê hêzeke xwe bir Mûsilê

    © AFP 2017/ UYGAR ONDER SIMSEK
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Di çarçoveya amadekariyên rizgarkirina bajarê Mûsilê ji destê DAIŞê de, hejmarek leşkerên amerîkayî li rojavayê bajêr hatin belavkirin.

    Endamê lîjneya ewlehî û bergiriyê ya encûmena nûnerên Iraqê Nayêf Şemerî ragihand ku, ‘li gorî zanyariyan hejmarek ji leşkerên Amerîkayê li herêmeke nêzîkî Mûsilê hatine belavkirin.'

    Şemerî diyar kir ku ‘Hevpeymana Navneteweyî ya bi serokatiya Amerîkayê di çend rojên dawî de yekîneyeke biçûk ku ji 90 leşkerên Amerîkî pêk tê li bajaroka Rebîa ya rojavayê Mûsilê bi cî kirine.'

    Endamê lîjneya ewlehî û bergiriyê ya encûmena nûnerên Iraqê derbarê de amaje kir ku hêzeke hevbeş bi beşdariya hêzên hevpeyman û hukimeta Iraqê û Herêma Kurdistanê ji bo paqijkirin û rizgarkirina Mûsilê di pêşerojê de tê avakirin.'

    Bi heman mijarî:

    Pêşmergeyên PDK- Î derbasî nav bajarê Şino bûn!
    PDK, YNK, Goran, Komel û Yekgirtû: Bila Barzanî xatir ji serokatiya bixwaze!
    PDK: Divê PKK rê bide HDPê
    Etîketan:
    Amerîka, Nayef Şemerî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de