19:56 23 Mijdar 2017
Zindî
    Mesûd Barzani

    Amerîka: Em ligel Barzanî berdewamin bo rizgar kirina Mûsilê

    © AP Photo/ Carolyn Kaster
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 39 0 0

    Endamê Parlemena Kurdistanê Şêx Şamo ligel Nûnerê Amerîka civiya û behsa azadkirina Şingalê hat kirin û hat tekez kirin ku biryar ewe Şingal dê bê azadkirin.

    Musil — Endamê Parlemena Kurdistanê Şêx Şamo ji BasNews re ragihand: Li ser pirsa azadkirina Şingalê em berdewamin ligel aliyên siyasî, xelkên me ji derengketina azad kirina Şingalê nîgeranin. Herwiha em ligel Hevpeymaniya Navdewletî jî berdewamin, lê diyare azad kirina Şingalê girêdayî azad kirina Mûsilê ye.

    Navborî got: "Navçeya Şingal û Mûsilê gelekî girînge, jiber ji devera çiyayê Meqlûb heta Mûsilê hemî pêkhatî lê dijîn, lewma azad kirina Mûsil û deverê bi giştî ne hesane."

    Herwiha Şêx Şamo got: "Wê rojê dema ez ligel Balyozê Amerîka civiyam, min jê pirsî çima azad kirina Mûsil ma piştî azad kirina Rûmadî û Tekrît? Ji min re got: Divê em piştgiriya hemî pêkhateyên Mûsilê bikin jibo azad kirina bajar bi şêweyekî baştir bibe, em berdewamin ligel Pêşmerge û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jibo operasyonên azad kirina navçeyê dest pêbike."

    Şingal dikeve ser sînorê parêzgeha Mûsilê, bêhtirê xelkên wê Kurdîn Êzidî ne û rastî êrîşên DAIŞê hat, karîsetrk mirovî mezin li wir rû da. Bi hezaran jin û mendal ji aliyê DAIŞê ve hatin revandin. Bi hezaran jî bi rengê komkujiyan hatin qetil kirin. Gelek dezgehên navxweyî û navdewletî ew bi cînosayida Kurdên Êzidî dan nasîn.

    Bi heman mijarî:

    Li Kaxismanê şer: Şervaneke HPGê jiyana xwe ji dest da
    Pîrên Elewiyan çûn serdana Cizîrê
    FLAŞ - Orhan Miroglu îdia kir: 'Eger ku HDP ji barajê derbas bibe wê...'
    Li Sêrtê 2 zarok hatin binçav kirin
    HPG: ‘Helîkoptera Kobrayê hat xistin'
    Etîketan:
    Mesûd Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de