08:41 22 Mijdar 2017
Zindî
    Alaya Kurdistanê

    Hecî Mehmûd: Heta ala Kurdistanê li Hemrîn biçikînin, pêşve diçin

    © AP Photo/ Hussein Malla
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 27 0 0

    Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst û Demokrat (PSDK) û Fermandarê Hêzên Pêşmerge yê Kerkûkê Mihemedê Hecî Mehmûd diyar kir ku heta rizgarkirina axa dawî ya Başûrê Kurdistanê wê pêşde çûça Pêşmerge berdewam be.

    Kurdistan — Hecî Mehmûd derbarê operasyona dawî ya li Kerkûkê de peyamek nivîskî weşand û spasiya Pêşmerge û xelkê Kurdistanê kir.

    Mihemedê Hecî Mehmûd got; "Weke her car dibêjim; me çek daye milê xwe û bo îman û gelê xwe xebata rewa dikin. Me şehîdbûn û birîndarî jî girtiye berçavê xwe. Bê guman ev erk jî bê xwîn bi cîh nayê."

    PYD
    © AFP 2017/ JACQUES DEMARTHON
    Fermandarê Pêşmerge yê Hêzên Kerkûkê di peyama xwe de diyar kir ku heta ala Kurdistanê li Hemrînê, li sînorê dawî yê Kurdistanê diçikînin, ranawestin.

    Hecî Mehmûd got; Heger bimînim, soz didim we heta ala pîroz a Kurdistanê li ser Hemrîn û sînorê dawî yê Kurdistanê daynin, berdewam dibim. Heger nemam jî, serbilindim ku min gerdena xwe bi Kurdistanê azad kiriye, xwîna in jî weke xwîna zarokên we, rêhevalên min, bila bibe kulîlkek sor ê bihara salek nû li Kerkûkê."

    Hêzên Pêşmerge li roja 11'ê Îlonê li başûrê Kerkûkê dest bi operasyona paqijkirina gundên Daqûq kiribû û 10 gund rizgar kiribûn. Mihemedê Hacî Mehmûd di wî şerî de birîndar bibû.

    Bi heman mijarî:

    ROJAVA - ENKSê ji bo peşmergeyê Rojava ji Amerîka alîkarî xast
    AMED - Partiyên kurdistanî: "Tirkiye û PKK divê dev ji êrîşan berde"
    Li çiyayê Dêrsimê 3 kuştî hatin dîtin
    Li Rihayê 2 jê zarok 10 kes hatin girtin
    TAYBET-DAIŞê li Mûsilê 128 kesên ku telefon bi kar dianîn xiste zîndanê
    Etîketan:
    Hecî Mehmud, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de