19:40 23 Mijdar 2017
Zindî
    Gel ji bo Cizîrê dimeşe

    83 mertalên zindî yên binçavkirî: ‘Em ê kuştinan rawestînin'

    © Foto: Spûtnîk
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Koma mertalên zindî û nûçegihanek ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin.

    Navenda Nûçeyan —  Li bejahiya gundikê Sînemergê yê gundê Kelhasan ê Qabilcewzê, li hemberî şerê duh destpêkirî, tevî Hevşaredarên Êlihê Sabrî Ozdemîr û Gulistan Akel, Hevserokên DBPê yên Êlihê Mehmet Candemîr û Songul Korkmaz, Hevserokên HDPê Barî Karaagaç û Rojda Surucu gelek kes çûn herêma şer û xwestin ku bibin mertalên zindî.
    Koma mertalên zindî û nûçegihanek ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin. 83 kesên binçavkirî birin Fermandariya Tabûra Qabilcewzê.
    Parlamentera HDPê Ayşe Acar Başaran li dijî binçavkirinan nerazîbûn nîşan da û got: ‘Em ji bo ku leşker û gerîla jiyana xwe ji dest nedin li vir in. Têkoşîna aştiyê ya HDPê wê bi ser keve.'
    Koma duyemîn a mertalên zindî ya li gundikê Sînemergê jî dema ku wesayîta ku mertalên zindî yên binçavkirî derbas dibû di rê de çalakiya rûniştinê pêk anîn.
    Li herêmê operasyon ji aliyê leşker û cerdevanên artêşa tirk ve didome û dem bi dem dengê çekan tê.

    Bi heman mijarî:

    Li Mûşê 3 endamên HDPê hatin girtin
    HDP: ‘Ev êriş çima pêk hatin wezîro?'
    Etîketan:
    Kurdistan, Kurd, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de