05:11 24 Mijdar 2017
Zindî
    DAIŞ

    TAYBET-DAIŞê li Mûsilê 128 kesên ku telefon bi kar dianîn xiste zîndanê

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 17 0 0

    Berdevkê Partiya Demokrata Kurdistanê yê Mûsilê Seîd Memozînî, ji nûçegihanê Sputnikê re axivî û got, ‘ DAIŞê, bi sedema bikaranîna telefonan 128 kes xistin zindanê.'

    Navenda nûçeyan — Seîd Memozînî di axaftina xwe de got, ‘Mûsil di nav bajarê Iraqê yên mezin de di rêza 2yemîn de ye û ji bo ku ez bi salan li wir mam her roj agahiyan werdigrim. DAIŞê, îro 128 kes xistin zindanê û di nava wan de ciwan jî hene. DAIŞê berê bikaranîna telefonan qedexe kiribû û sedema qedexekirinê jî ji bo tu kes nikaribe agahiyan ji Mûsilê bistîne.'

    Seîd Memozînî
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Memozînî di berdewamiya axaftina xwe de got, ‘hemwelatiyên ku li Mûsilê dijîn rastî zordestî û tevgerên DAIŞê yên kêfî tên.'

    Bi heman mijarî:

    Li Kerkûkê 45 DAIŞ hatin girtin
    DAIŞ bi dest kuştina milîtanên xwe kir
    Li Kerkûkê 12 DAIŞ hatine girtin
    Dîsa navbera DAIŞ û Pêşmerge de şer derket
    Etîketan:
    DAIŞ, Seîd Memozînî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de