Îro Serokê Federasyona Elewiyan Bektaşi Baki Duzgun, Serokê Weqfa Çanda Anadoluyê ya Haci Bektaş Veli Ercan Geçmez, Serokê Komeleyên Çandî yên Pîr Sultan Abdal Kanî Kaplan, Nûnera Komeleya Elewiyên Demokratîk Hulya Yer, endama Desteya Rêveber a Navendî ya HDPê Hatice Işik, rêveberên Komeleya Çandî ya Elewiyan a Hubyar Sultan û digel heyeteke berfireh a komeleyên çandî yên elewiyan, çûn serdana Cizîrê.
Nûnerên rêxistinên elewiyan destpêkê çûn rêxistinên navçeyê yên HDP û DBPê û pişt re jî çûn Taxa Nûrê ku rastî êrîşên giran hatibû.
Endamên heyetê, li gel şêniyên taxê hevdîtin kirin û derbarê êrîşan de agahî girtin.
Hemû şirove
Pêşandana şiroveyên nuh (0)
Berseva li ser(Pêşandana şiroveyêGirtina şiroveyê)