19:41 23 Mijdar 2017
Zindî
    YE

    ANALÎZA ROJEVÊ - Bi rêbazên 'alaturka' û 'reşekurmancî' heta kê derê?

    © AFP 2017/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 34 0 0

    Di van rojên dawîn de her du terefên şer Tirkiya û KCK li ser hev daxuyaniyan didin ku çi dixwazin. Diyar e ku her du alî jî stratejiyên xwe li gorî rêbaz û normên xwe yên serdest datînin.

    Ji aliyê Tirkiyayê ve dîmen wiha ye:

    Civata Ewlehiyê ya Neteweyî ji roja 30ê Kewçêra 2014an pê ve radigîne ku Pirsgirêka Kurd nemaye. Lewre têgihên wekî ‘mutebeqet, çareserî û terefên şer' bêwate ne. Li ser heman bingehê maseya diyalogan û desteya çavdêriyê ne pêwist in. Pêvajoya li hemberî KCKê demdirêj e û heta ‘têkbirina miheqeq' têkoşîna wan dê bidome.

    Ji aliyê KCKê ve jî dîmeneke wiha xuya dike:

    Konseya Rêvebiriya KCKê ji 19ê Îlona 2015an pê ve radigihîne ku Pirsgirêka Kurd hîn berdewam e û aliyê dewletê dek û dolaban digerîne. Ji bo berjewendiyên desthilatdariyê hukimeta AKPê têgihên wekî ‘mutebeqet, çareserî û terefên şer' napejirîne. Li ser heman bingehê maseya diyalogan diqelibîne û desteya çavdêriyê bêrûmet dike. Pêvajoya li hemberî KCKê konsepta şerê komkujiyê ye e û ‘têkbirina miheqeq' armanceke faşîzan û divê saziyên navneteweyî erka xwe ya mudaxeleyê bi kar bînin.

    Ji ‘têkbirina miheqeq' ber bi ‘çareseriya miheqeq' û bangewaziya Ewropayê

    Aliyê tirk qala ‘têkbirina miheqeq' dike û aliyê KCKê jî daxuyand ku wan tu caran qala ‘têkbirina miheqeq' nekiriye.

    Li gorî gelek çavdêrên siyasî bangewaziya Ewropayê ya ji bo aştiyeke mayînde gelekî maqûl e û  YE di dîroka xwe de bi vê pêşniyara xwe serkeftineke gelekî mezin bi dest xistiye. Tê zanîn ku di navbera Fransa û Almanyayê de pirsgirêka bikaranîna madenên li herêma Ruhr u Saarê hebû. Şer û pevçûnên bi salan her du alî gihandin wê encamê ku selahiyetên xwe yên li ser vê herêmê bispêrin desteyeke çavdêr û di sala 1951an de bi peymanekê ev pirsgirêk çareserkirin. Piştî ku dara vê peymanê mêweyên xwe dan ewropiyan ev pêşniyar pêş ve birin û bingehê YEyê avêtin.

    Îcar gelo her du terefên şer Yekîtiya Ewropayê bikin hakem û li gorî standardeke navneteweyî tevbigerin dê qiyamet rabe.  Jixwe Tirkiya bi salan e ku dixwaze bikeve YE û normên wê qebûl dike. Heçî KCK ye ji normên ewropî gelekî memnûn e. Îcar ne diyar e bê çima Tirkiya maseyê diqulibîne. Gelo Tirkiya ji normên ewropayê aciz e an ji çareseriyeke mayînde aciz e?

    Piraniya çavdêran dibêjin ku dewleta Tirkiyayê mehkûmî serokomarê xwe bûye û nikare biryarên realîst û beraqil bide. Lewre ev pirsgirêk dê heta demekê wekî ‘derdekî bêderman' berdewam bike.

    Bi heman mijarî:

    KCK: 'Em ji agirbesta dualî ya bi hakem re amade ne'
    KCK: ‘Gelê Kurd ne bêxwedî ye, êrişê li wan bê kirin bê bersiv namîne'
    Bayik: ‘Me hêvî neda kesî ku em ê dewleta Tirkiyayê têk bibin'
    Bayik: Tirkiye wê yekê bike dê şer dest pê bike
    Etîketan:
    Kurdistan, Kurd, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de