21:12 24 Mijdar 2017
Zindî
    Cemil Bayik

    Bayik: ‘Me hêvî neda kesî ku em ê dewleta Tirkiyayê têk bibin'

    © AFP 2017/ BULENT KILIC
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 31 0 0

    Nivîseke Hevserokê Konseya Rêvebiriyê ya KCKê Cemîl Bayik duh di Rojnameya Azadiya Welat de hate weşandin. Bayikî mijarên rojevê nirxandin û ramanên xwe yên li ser bangewaziya agirbestê derbirin.

    ‘Îradeya hukimetê tuneye ku agirbest bigihêje encamê'

    Bayikî derbarê bangewaziya agirbestê ya ji aliyê Ewropayê de wiha got: 'Ew bangewazî gelekî maqûl in; lêbelê dewleta Tirkiyayê bi zimanê serokomarê xwe ev hewldan pûç kirin. Rabûne dibêjin ‘em ê heta dawiyê şer bikin, muzakere nakin, nayên ser maseya diyalogê û filan bêvan. Terefê ku muzakere û agirbesta dualî ya bi hakem qebûl nake dewleta Tirkiyayê ye.'

    ‘Me tu carî negot ku em ê bi riya şer bêfila dewleta Tirkiyayê bifelişînin'

    Bayikî derbarê pêvajoya têkoşîna tevgera xwe de jî got: ‘Nîşaneya aştîxwaziya me ew e ku heta niha me 9 caran agirbestên yekalî ragihandin. Me heta niha ji tu kesî re negotiye em ê bi riya şer dewleta Tirkiyayê têk bibin. Armanca me ya sereke ew e ku di nava sînorên welêt de rêvebiriyeke demokratîk derkeve holê. Lêbelê Tirkiya naxwaze ev pirsgirêk di standardên cîhanê de bê çareserkirin. Dixwaze bi qayde û usûlên alaturka mijarê bighîne encamekê û navbeynkaran ji qadê dûr dixîne.

    ‘Divê agirbest ji aliyê çavdêrên bêalî ve bê şopandin'

    Bayikî ramana xwe ya ji bo agirbestê jî wiha derbirî: Wekî ku ji bangewaziyan jî diyar e divê aliyên şer hinek selahiyetên xwe radestî çavdêrên bêalî bikin. Eger dewleta Tirkiyayê xebateke di bin kontrola çavdêrên bêalî ve qebûl bike jixwe em jî amade ne. Sermuzakerevanê me rêberê me yê Abdulah Ocalan e û divê bikaribe rola xzwe bilîze. Divê em vegerin muzakereyan û ji Mutebeqata Dolmabaxçeyê dest bi xebatê bikin. Çareserî nayê wateya cudakariyê.'

    Bi heman mijarî:

    KCK: 'Em ji agirbesta dualî ya bi hakem re amade ne'
    KCK: ‘Gelê Kurd ne bêxwedî ye, êrişê li wan bê kirin bê bersiv namîne'
    KCK: Artêşa Tirkiyeyê dixwaze dest bi şer bike
    Etîketan:
    KCK, Kurdistan, Kurd, KCK, Cemîl Bayik, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de