16:47 21 Mijdar 2017
Zindî
    Alaya Herêma Kurdistanê

    Serokatiya Kurdistanê: Ev helwesta PYDê nayê qebûlkirin

    © Flickr/ kurdistan4all
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 11302

    Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser daxuyaniya Kordînasiyona Kantonên Rojava nerazîbûn nîşan da û got, divê PYD li ser vê mijarê daxuyaniyê bide.

    Çend roj berê, berpirsê Pêwendiyên Derve yên PDKê Hêmin Hewramî gotibû, pêşmergeyên Rojava ku li Başûrê Kurdistanê perwerde dîtine, dê derbasî Rojava bibin û di şerê DAIŞê de dê alîkariya YPGê bikin.

    Lê Kordînasiyona Kantonên Rojava di daxuyaniyekê de ragihand, ‘tu plan û biryareke wisa nehatiye dayîn ku Pêşmerge derbasî Rojava bibe û hêzên YPGê dikarin şerê DAIŞê bikin.'

    Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên jî li hember helwesta Kordînasiyona Kantonan nerazîbûn nîşan da û got, ‘em tu hesabekî ji wan daxuyaniyan re nakin.'

    Roja 15ê vê mehê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi Hevserokê PYDê Salih Mislim re hevdîtin kiribû. Di hevdîtinê de ku alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Brett Mcgurk jî beşdar bibû, behsa şerê DAIŞê û hevkariya navbera Amerîka, PYD û Başûrê Kurdistanê hatibû kirin.

    Fûad Husên amaje bi wê civînê kir û got, ‘eger desthilata Salih Mislim bi ser kantonan de heye wê çaxê nabe daxuyaniyên wisa bên dayîn lê eger Salih Mislim nikare wan kontrol bike, ew jî tiştekî din e.

    Husên anî ziman ku ji bo şandina Pêşmerge bo Rojava lêjneyek hevbeş pêk hatiye ku di nav lêjneyê de nûnerê PYDê jî heye û ew lêjne dê biryar bide çiqas hêz derbasî Rojava bibe.

    Bi heman mijarî:

    Barzanî: Kurdistan nabe beşek ji milmilaniya taîfî
    Li Amerîkayê fîlma hera baş: 'Kurdistan Kurdistan'
    Kurdistan li ber hilbijartina pêşwext e
    Etîketan:
    Fûad Husên, Salih Mislim, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de