05:00 24 Mijdar 2017
Zindî
    Îran

    Îran: ‘Em naxwazin Herêma Kurdistanê ji Iraqê cuda bibe.'

    © AP Photo/ Ronald Zak
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 31 0 0

    Serkonsulê Îranê yê li Silêmaniyê got: ‘Em naxwazin Herêma Kurdistanê ji Iraqê cuda bibe. Em dixwazin yekparçeyiya Iraqê dixwazin û eger siyasiyên kurd hizir ji cudabûnê nekin baştir e.'

    Heyeteke Odeya Bazirganî ya Silêmanî û Rêveberiya Germiya yê ji Başûrê Kurdistanê ve çûn parêzgeha Kirmanşahê ya Rojhilatê Kurdistanê da ku pêwendiyên bazirganî yên Başûrê Kurdistanê ligel Îranê xurt bikin.

    Cîgirê Serokê Odeya Bazirganî ya Silêmaniyê Yasîn Rehîm Ferec ji Rûdawê re got: ‘Ala Kurdistanê bo yekemcar e ku bi fermî li ser maseya civînê tê danîn û ew yek nîşan dide ku Komara Îslamiya Îranê giringiyek temam bi Başûrê Kurdistanl dide û dixwaze pitir pêwendiyên navbera her du aliyan xurt bibin.'

    Serkonsulê Komara Îslamiya Îranê di vê civînê axivî û got: ‘Em dixwazin yekparçeyiya Iraqê biparêzin. Em naxwazin Herêma Kurdistanê ji Iraqê veqete, çimkî di dema niha de ew kar nebaş e. Eger siyasiyên kurd hizir ji cudabûnê jî nekin baştir e.'

    Bi heman mijarî:

    Amedspor, Sivas Belediyesporê bi 2 golan têkbir
    Partiyên Kurdistanî: ‘Ji şer re na, ji Kurdistanê re erê'
    Dengên çek û teqînan ji Farqînê tên
    82 çekdarên DAIŞê firar kir
    'Tirkiye pasaportan dide DAIŞê'
    QENDÎL - Kampên PKKê tên bombebarankirin (Hat nûkirin)
    Etîketan:
    Kirmanşah
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de