17:53 23 Mijdar 2017
Zindî
    Êrişa Hewayî

    QENDÎL - Kampên PKKê tên bombebarankirin (Hat nûkirin)

    © Foto: AA/Arşiv
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 394 0 0

    Balafirên Tirkiyayê êrişî baregehên PKKê yên li başûrê Kurdistanê kir.

    Kurdistan — Hat ragihand ku  balafirên şer ên Tikriyayê îro 18ê Îlonê ji saet 16:20an ve dest bi bombebarankirina baregehên PKKê yên li ser sînorê parêzgeha Dihokê kirin.

    Alaya HDP
    © Foto: Gulnush Ergul
    Li gorî agahiyên Rûdawê, balafiran navend û kampên PKKê yên li gundên Evle û Pîrbil ên bi ser bajarokê Zarka yê li ser sînorê parêzgeha Dihokê dane ber bombeyan.

    Derbarê hûrgiliyên êrişê û hejmara şehîd an jî birîndaran de hêj tu agahî negihiştine ber destan

    Herwiha balafirên Tirkiyayê êrişî kampên PKKê yên li 2 bajarokên din, Kanî Masî û Batîfa yên bi ser parêzgeha Dihokê jî kirin.

    Li gorî agahiyên Rûdawê, balafirên şer ên Artêşa Tirkiyayê di êrişên xwe yên îro de, gundê Kîste yê bi ser bajarokê Kanî Masî û gundê Keşane yê bi ser bajarokê Batîfa yên li parêzgeha Dihokê bombebaran kirin.

    Derbarê hûrgiliyên êrişê û hejmara şehîd an jî birîndaran de hêj tu agahî di ber dest de nîn in.

    Bi heman mijarî:

    'Tirkiye pasaportan dide DAIŞê'
    Lîsteya namzetên MHPê ya hilbijartinên 1ê Mijdarê
    Kurdên Rûsyayê çawa xwe ji asîmîlasyonê diparêzin?
    Namzetên AKPê yên Amed û Wanê hatin diyarkirin
    Redwan Elî Xidir Badînî – rojnamevanê nevneteweyî, sîyasetmedar, nivîskar (Beşa Yekemîn)
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de