17:57 23 Mijdar 2017
Zindî
    Seîd Memozînî

    PDK: ‘DAIŞ bazirganiya organan dike'

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 35 0 0

    Berdevkê PDKê yê li Mûsilê Seîd Memozînî ragihand ku DAIŞ bazirganiya organan dike û ji bo vê armancê nexweşxaneyek jî vekiriye. Memozînî got ku rêxistin organên xizanan difiroşe zengînan û dibêje rehîneyan gava organên xwe bibexşînin dê zûtir rizgar bibin.

    Memozîniyê ku ji ber dagirkirina DAIŞê Mûsil terikandiye derbarê bazirganiya DAIŞê ya organan de ji Spûtnîkê re axivî  û got: ‘DAIŞê ev nexweşxane di 13ê Hezîranê 2015an de vekir û navê Sedam Husên lê danî.'

    ‘Ji ber xizaniyê hinek kes organên xwe difiroşin'

    Memozînî sedemên vê kambaxiyê wiha rêzkirin: 'Ji ber ku gelê Mûsilê nikare derkeve derveyî bajêr xizan û bêkar e; lewre hinek kes organên xwe difiroşin û pê îdareya xwe dikin. Ji bo DAIŞê jin an jî zarok ferq nake, ji her kesî organan digire û difiroşe. Rêxistin organên xizanan difiroşe zengînan. Ji kesên zindankirî organan distîne û cezayê wan ê zindanê radike. Emeliyat ji aliyê bijîjkên rêxistinê ve tên pêkanîn.'

    ‘Organ bi erzanî tên kirrîn û bi bihayekî giran tên firotin'

    Li ser bihayê organan jî Memozînî got: DAIŞ her organî bi 4 milyon dînaran dikire û bi bihayekî gelekî giran difiroşe. Organan li Iraq û Sûriyayê difiroşe û bazara Sûriyayê geştir e.

    ‘Gelheya bajêr ji 4 milyonan daketiye milyonekî'

    Memozîniyê ku bi salan li Mûsilê jiyaye, derheqa gelheya bajêr jî wiha dibêje: ‘Em her roj agehiyan ji Mûsilê werdigirin, beriya dagirkirinê gelheya bajêr 4 milyon bû; lêbelê piraniya niştecihan jê reviyan û niha tê texmînkirin ku tenê milyonek kes lê dijîn.'

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn, DAIŞ gefan li Mekke û Medînê dixwe
    DAIŞ bi dest kuştina milîtanên xwe kir
    Amerîka: Berê Elqaîde niha jî DAIŞ!
    Etîketan:
    Mûsil, Kurdistan, Kurd, PDK, Seîd Memozînî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de