11:25 21 Mijdar 2017
Zindî
    Alan Kurdî

    Barzanî li Kobaniyê li ser navê Alan dibistan û nexweşxaneyê ava dike

    © Foto: DHA
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 46 0 0

    Bavê Alan Kurdî, Ebdullah Kurdî ragihand ku di hevdîtinekê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî soz daye ku nexweşxane, dibistan û mizgefteke li ser navê Alan Kurdî werin çêkirin.

    Hewlêr-Ebdullah Kurdî ragihand ku li Hewlêrê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin pêk aniye û di vê hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî çend soz dane wî û ji bo wê yekê jî sipasiya Barzanî kir.

    Ebdullah Kurdî herwiha got ku Nêçîrvan Barzanî soz daye ku alîkariya zarokên Kobaniyê bike.

    Kurdî ku hevjîn û zarokên wî li ser axa Kobaniyê hatin veşartin, di berdewamiya axaftina xwe de ragihand, ‘ew dê her li Kobaniyê û ligel malbata xwe bimîne.'

    Bavê Alan herwiha ji bo wan kesên ku dixwazin ber bi Ewropayê ve herin jî wiha got: 'Dema ku ez li Tirkiyayê çûm cenazeyên hevjîna xwe û zarokên xwe bistînim, min di termînalê de malbateke kurd dît. Serxweşî li min kirin. Min ji wan pirsyar kir,

    hûn dê ber bi ku derê ve biçin, bersiv dan: ‘em dê ber bi mirinê ve herin'. Mirov bi zanebûn wê riyê diçin. Min ji wan re got ku neçin.'

    Bi heman mijarî:

    Ez "Alan" im, niha li Cizîra Botanê, ez "Cemîle'' me!
    Brezîlya: 'Ewropa di mirina Alan Kurdî de gunehkar e'
    Etîketan:
    HHK, Neçîrvan Barzanî, Alan Kurdî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de