03:17 25 Mijdar 2017
Zindî
    Fuad Husên

    Fuad Husên: Kirîza serokatiya Kurdistanê xilas bû

    © AFP 2017/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên ragihand, partiyên siyasî hêdî hêdî li ser kirîza serokatiyê li hev dikin.

    Kurdistan — Fuad Husên her wiha diyar kir, di civînê de biryar hat dayîn şerê ragihandinê yên partiyan li djiî hevdû were sekinandin.

    Heştemîn civîna partiyên şirîkên hikûmetê li ser kirîza serokatiya Herêma Kurdistanê xilas bû. Piştî civînê, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên li ser naveroka civînê agahî da rojnamevanan.

    Fuad Husên diyar kir ku di civînê de li ser pêşniyarên YNK, Gorran, Komel û Yekgirtû yên li ser çawaniya hilbijartina serok hat axaftin û got, PDKê yek ji wan pêşniyaran wergirt û dê li ser nîqaş bike û bişêwire paşê bersiva aliyê din bide.

    Li gorî Fuad Husên, civîna îro erênî bû û "deriyek girîng" ji bo lihevkirin û çareserkirina kirîza serokatiyê vekir.

    Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê her wiha got, di cviînê de behsa şerê ragihandinê yên partiyan li hemberî hevdû hat kirin û biryar hat dayîn êdî partiyên siyasî di medyaya de êrişî hevdû nekin.

    Fuad Husên anî ziman ku roja duşema bê (21ê Îlonê) dê civînek bi berpirsên medyayê yên partiyên siyasî û Başûrê Kurdistanê re were kirin û hişyariyên pêwîst were kirin.

    Bi heman mijarî:

    Nîşangirên îsrayilî dê filistîniyan bikujin
    Sûriye: Çima Amerîka DAIŞê bombebaran dike, lê Rûsya nikare bike?
    Tarik Ziya Ekinci: 'Her wekî ku kurd ne birayên tu kesî ne ...'
    Êzidî: 'Daxwaziya alfabeya latînî dikin'
    TAYBET-Rêdûr Xelîl: 'Leşkerên amerîkî nehatine û pêşmerge jî dê neyên'
    TAYBET - Nevzat Çiçek: 'Huda Par hilbijêran serbest bihêle, deng ê herin AKPê'
    Etîketan:
    fuad husên, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de