15:02 27 Gulan 2018
Pêşmerge

Pêşmergeyên PDK- Î derbasî nav bajarê Şino bûn!

© AP Photo /
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Hêzên Pêşmerge yên Rojhilatê Kurdistanê derbasî nav bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê bûn û propagandeya çekdarî kirin.

Şino  — Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya Rojhilatê Kurdistanê ragihand, şeva borî komek pêşmergeyên wan, bi helkefta bibîranîna 23emîn salvegera şehîdkirina sekreterê wê partiyê Dr. Sadiq Şerefkendî, derbasî nav bajarê Şino bûne û ji gel re propagande kirine.

Li  gorî malpera fermî ya PDKê, pêşmergeyên Rojhilat derbasî taxên Taçînawê û Seydabadê yên bajêr bûne û ji aliyê komek welatî ve bi germî hatine pêşwazîkirin.

Li gorî malperê, pêşmerge çûne nav mizgeftê û bi rêya bilindgoya mizgeftê, sirûda Ey Reqîl û hinek sirûdên pexş kirine.

Di nûçeyê de hatiye gotin ku hinek "caş"ên dewletê xwestine êrişî wan bikin lê rastî bersiva pêşmergeyan hatine.

Pêşmerge - operasyon - Mûsil
© Sputnik / Hikmet Durgun
Bajarê Şino girêdayî eyaleta Ormiyê ye û dikeve beramberî bajarokê Sîdekan ê Başûrê Kurdistanê.

Sekreterê PDKê Dr. Sadiq Şerefkendî û çend hevalên xwe, roja 17ê Îlona 1992ê li xwaringeha Mîkons a bajarê Berlînê yê Almanya ji aliyê rêjîma îslamî ya Îranê ve hatin şehîdkirin.

Bi heman mijarî:

Hevşaredara Edremîtê ji wezîfê hat dûrxistin
Dêrsimî bûn mertalên zindî
Amerîka hêzeke taybet şand Rojava
Kongra-Gel: Derîyê me ji dîyalogê re vekirî ye
FLAŞ - HPG: '25 leşker hatin kuştin, 4 jî birîndar in'
Etîketan:
Sadiq Şerefkendî, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de