13:55 24 Mijdar 2017
Zindî
    Civîna azadkirina Mûsilê

    Amerîka: Plana azadkirina Mûsilê dike

    © Foto: KRD
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 19 0 0

    Şandeke pilebilind a leşkerî û siyasî ya Amerîkayê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re civiya û derbarê şerê li dijî DAIŞê û amadekariyên bo azadkirina Mûsilê de gotûbêj kirin.

    Hewlêr-Malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê belav kiriye, ku duh sêşem 15.09.2015 li Selahedîn Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeke pilebilind a Wezareta Derve û Artêşa Amerîkayê kir.

    Li gor malpera serokatiyê, şanda Amerêkayê ji Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Brett McGurkDû Balyozê Amerîka yê li Iraqê Stuart Jones û General James Têrî Rêkxerê Hêzên Taybetiyên Artêşa Amerîka û General Tony Tomas Fermandeyê

    Hêzên Taybetiyên Amerîka li Iraqê û hejmarek şêwirmend Wezareta Derve û efserên Artêşa Amerîkayê pêkhatibûn.

    Di hevdîtinê de rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstên DAIŞê li Sûriye, Iraq û amadekariyên proseya azadkirina Musilê û çawayiya şikestina terorîstan û karê hevbeşa di navbera hêzên hevpeymanan û Pêşmerge û hêzên Iraqiyan de

    guftûgo kirin.

    Di vê hevdîtinê de şanda hevbeş a Wezareta Derve û Artêşa Amerîkayê piştevaniya xwe bo Herêma Kurdistanê ragihand û tekezî li ser pabendbûna Amerîkayê bo hevkarîkirina hêzên Pêşmerge kir.

    Bi heman mijarî:

    Li Amerîkayê fîlma hera baş: 'Kurdistan Kurdistan'
    Kurdistan: demokratiya êlî an sîstêma serokatiyê?
    Kurdistan derbazî xwefînasekirênê bu
    Etîketan:
    Amerîka, Brett McGurkDû, Mesûd Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de