01:35 20 Tebax 2017
Zindî
    Ala Amerîkayê

    Amerîka alîkariye dide Barzanî

    © Sputnik/ Natalya Seleverstova
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 30 0 0

    Balyozxaneya Amerîkayê ya li Iraqê ragihand ku şandeke amerîkî ji bo Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî piştgiriya welatê xwe nîşan daye.

    Kurdistan — Balyozxaneya Amerîkayê ya li Iraqê di daxuyaniyekê de ragihandiye ku şandeke ji Wezareta Derve û ya Parastinê yên Amerîkayê gihiştiye Herêma Kurdistanê û civînek ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li dar xistiye.

    Di wê daxuyaniyê de hatiye ragihandin ku Serok Barzanî û şanda Amerîkayê gotûbêjeke berhemdar li dar xistine. Rojeva gotûbêjê li ser arîşeyên li nava Iraqê geriyaye, herwiha rola Hêzên Pêşmerge ya serkeftî hat nirxandin.'

    Duhî serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Kurdistanê şandeke payebilind a Amerîkayê pêşwazî kirin.

    Balyozxaneya Amerîkayê ya li Iraqê wiha got: 'Balyoz Steward Conz piştgirî da Serok Barzanî û ji ber vekirina Navenda Hevpaymanî û Hevahengiyê ya li Hewlêrê sipasiya wî kir. Herwiha pesnê pêşengiya Barzanî ya di şerê li dijî DAIŞê de kir.'

    Ji aliyekî din ve şanda Amerîkayê bi Alîkarê Serokwezîrê Kurdistanê Qubad Talebanî û Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî Aştî Hewramî re jî civîn li dar xistibûn.

    Balyozxaneya Amerîkayê di daxuyaniyê de wiha jî ragihandiye: 'Amerîka soz daye ku alîkariyên teknîkî bide wezaretên aboriyê yên Hukimeta Kurdistanê.'

    Bi heman mijarî:

    Jina Êzidî: Ez jajiya Kurdistanê bi goşt û birincê Ewropayê nadim
    KCK: 'Em ji agirbesta dualî ya bi hakem re amade ne'
    Orhan Pamûk: 'HDP aştiyê dixwaze, divê hukumet jî bixwaze'
    Biryara reşkirina Ozgur Gun TVê hat rawestandin
    Sererkanê Rûsyayê: Li Sûriyeyê tu planeke me ji bo baregeha qada ezmanî tuneye
    Etîketan:
    Nêçîrvan Barzanî, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de