10:34 19 Tebax 2017
Zindî
    al-kurd-ala kurda

    Jina Êzidî: Ez jajiya Kurdistanê bi goşt û birincê Ewropayê nadim

    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 105 0 0

    Cînan Celal Bedel meha borî bi Serokê Fransayê François Hollande re hevdîtinek pêk anîbû.

    Cînan ji gundê Dihola yê bi ser nahiyeya Sinûnê ya navçeya Şingalê ye. Beriya 3 salan bi xortekî gundê xwe re zewicî. Dema ku DAIŞê êriş bire ser gundê wan, ligel çendîn jin û keç û zarokên kurdên êzîdî ketin destê DAIŞê. Piştî 3 mehan bi alîkariya Hukimeta Herêma Kurdistanê ji destê wan hat rizgarkirin.

    Cînan ji bo medyayeke kurdî behsa serpêhatiya xwe ya li Fransayê kir û got: ‘Ez bi riya çend kesayetên kurd ên êzîdî çûm, da ku li wî welatî beşdarî konferansekê bibim.

    Cînan Bedel, soza xwe bir serî û ji Fransayê vegeriya Kurdistanê û niha di kampeke li nêzîkî Dihokê dijî. Cînan, di hevpeyvîna xwe de wiha gotibû: ‘Ez jajî û toraqa Kurdistanê nadim bi goşt û birince Ewropayê.'

    Bi heman mijarî:

    Fransa hişyariyê ji parçebûna Sûriyê û Iraqê dide
    Fransa ji Rûsyayê re pêşniyar dike ku peymana ser `Mîstralan` bê betalkirin
    Etîketan:
    François Hollande, Cînan Celal Bedel, Frensa, Evrupa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de