13:10 21 Tebax 2017
Zindî
    Ala kurdî

    Almanya: 'Divê kurd welatê xwe ava bikin'

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 91 0 0

    Parlamenterê Almanyayê Gerolf Reichinbach ragihand ku digel hemû pirsgirêkên aborî, şer û nakokiyên siyasî jî divê Herêma Kurdistanê li ser bingehê demokrasiyê bê damezrandin.

    Kurdistan — Serokê Parlamena Kurdistanê Yusif Mihemed îro şandeke Parlamena Almanyayê ya di bin serokatiya Gerolf Reichinbach de pêşwazî kir.

    Şanda Alman di hevdîtinê de daxuyand ku di vê dema derbasbûyî de Almanyayê hevkariyeke baş a mirovî û leşkerî daye Herêma Kurdistanê û di şerê li dijî DAIŞê de jî piştevaniya kurdan kiriye.

    Reichinbach got ku Herêma Kurdistanê li dijî terorîstan şerekî mezin kiriye. Her çiqas qeyraneke darayî û nakokiyên siyasî hebe jî, divê ber bi demokrasiyê bimeşe û welatê xwe li ser vê bingehê ava bike.'

    Şanda Alman diyar kir ku ew dixwazin di çareserkirina pirsgirêkan de jî di nava hemahengiyê de kar bikin.

    Serokê Parlamena Kurdistanê Yusif Mihemed jî behsa tekoşîna li dijî terorê kir û diyar kir ku di nav Kurdistanê de nêrînên cûda hebin jî, divê her kes li dijî terorê yekhelwest be. Ji ber vê yekê Pêşmerge li dijî DAIŞê serkeftî ye.

    Derbarê pêwendiya her du parlemenan de jî Mihemed got: 'Ev serdan û pêwendiya her du aliyan wisa ferz dike ku her du parlamen hemaheng bin û ji bo pirsgirêkan çareseriyên hevpar peyda bikin.'

    Bi heman mijarî:

    Li gelek cihan girtin û binçavkirin
    Îtifaqa AKP û Partiya Seadetê çênebû
    Şirin Payzin: ‘Em nikarin parlementerên HDPê bînin programê.'
    Hevseroka HDPê, alê nekîn amûra nîjadperestiyên xwe
    Li Erzeromê erdhej
    Etîketan:
    Gerolf Reichinbach, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de