03:48 21 Tebax 2017
Zindî
    kurdistan

    Li Amerîkayê fîlma hera baş: 'Kurdistan Kurdistan'

    © Foto: Cesîm Îlhan
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 6410

    Belgefîlma Bulent Gunduz a bi navê 'Kurdistan Kurdistan' di Festîvala Fîlmên Serbixwe ya Los Angelesê de 2 xelat standin.

    Navenda Nûçeyan — Fîlma ku dîmenên wê par li bajarê Mûşê yê bakurê Kurdistanê û New Yorkê hatin kişandin di Festîvala Fîlmên Serbixwe ya Los Angelesê de xelata 'Best Foreign Feature (Fîlma Dirêj a Biyanî ya Hera Baş)' û 'Best Original Song (Strana Orjînal a Hera Baş)' bi dest xist.

    Belgefîlma 'Kurdistan Kurdistan' behsa jiyana bilûrvan, fîqvan û zirnevanê bi nav û deng awazdanêrê kurd ê navdar Egîdê Cimo û dengbêj û awazdanêrê kurd Delîl Dîlanar dike.

    Derhênerê 'Kurdistan Kurdistan' Bulent Gunduz derbarê xelatên standî de wiha got:

    'Ez xelatekê pêşkêşî Cemîleya ku li Cizîrê li ber derê mala xwe hatî qetilkirin û tevahiya şehîdan dikim. Xelata duyemîn jî pêşkêşî zarokên ku ji welatên xwe tên koçberkirin û di deryayan de dixeniqin dikim.'

    Bulent Gunduz diyar kir ku promiyera (nîşandana cara yekemîn) fîlmê di Festîvala Fîlmên Cihanî ya Montrealê ya îsal de pêk hatiye.

    Bi heman mijarî:

    Dewleta Macar dest bi girtina penaberan kir
    Şervanên YPGê û pêşmergeyên Rojava li dijî DAIŞê dê şer bikin
    Baydemir ji Meclisa Tirkiyayê xwest ku bûyerên Cizîrê lêkolîn bike
    Xelîl Kalo koça dawî kir
    Waliyê Edirneyê: 'Koçber hetanî 3 rojan neçin em ê zorê bi kar bînin'
    Li Nisêbînê teqîn; 3 polês hatin kuştin
    Etîketan:
    Bulent Gunduz, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de