10:30 19 Tebax 2017
Zindî
    Şervanekî YPG li Hesekê

    Şervanên YPGê û pêşmergeyên Rojava li dijî DAIŞê dê şer bikin

    © REUTERS/ Rodi Said
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 76 0 0

    Berpirsê Pêwendiyên Derve yê PDKê Hêmin Hewramî ragihand ku pêşmergeyên rojavayê Kurdistanê yên ku ji aliyê Wezareta Pêşmerge ve hatine perwerdekirin dê vegerin ser axa xwe.

    Enqere — Hêmin Hewramî li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir ku pêşmergeyên rojavayê Kurdistanê dê vegerine rojavayê welêt û tevî hêzên YPGê li dijî DAIŞê şer bikinî, gund û bajarên xwe biparêzin.

    Hewramî eşkere kir ku di hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Hevserokê PYDê Salih Muslim de mijareke rojevê jî pêkanîna bendên Peymana Duhokê bûye.

    Ji aliyekî din ve Berpirsê Amerîkayê yê di nav Hêzên Hevpayman ên li dıjî DAIŞê Brett McGurk jî li ser hesabê xwe yê Twıtterê ragihandiye ku YPG û pêşmerge dê li hemberî DAIŞê şerekî hevpar bimeşînin.

    Endamê Desteya Rêveber a PDK-Sê Nûrî Brahîmo ji BasNewsê re ragihandiye ku hinek hewldan hene ku pêşmerge vegerina rojavayê welêt.; lê YPG pêşiyê li vegera wan digire.

    Brahîmo diyar kir ku ‘ji 3 hezarî bêhtir pêşmerge li tixûbê Mûsilê li dijî DAIŞê şer dikin û hejmareke din jî perwerde dîtine û ji bo ku vegerin rojavayê Kurdistanê amade ne.

    Beriya niha jî ajansên medyaya kurdî diyar kiribû ku 11 yekîneyên pêşmergeyan ji bo ku vegerin rojavayê Kurdistanê perwerde bûne û amade ne ku vegerin ser axa xwe.

     

    Bi heman mijarî:

    Baydemir ji Meclisa Tirkiyayê xwest ku bûyerên Cizîrê lêkolîn bike
    Xelîl Kalo koça dawî kir
    Waliyê Edirneyê: 'Koçber hetanî 3 rojan neçin em ê zorê bi kar bînin'
    Li Nisêbînê teqîn; 3 polês hatin kuştin
    Serokwezîrê Tirkiyeyê: Betlaneya Cejna Qurbanê dê 9 roj be
    Etîketan:
    Brett McGurk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de