01:02 19 Tebax 2017
Zindî
    Xelîl Kalo

    Xelîl Kalo koça dawî kir

    © Foto: Facebook
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 29 0 0

    Nivîskarê kurd Xelîl Kalo piştî nexweşiyeke demdirêj û jiyaneke 57 salan, çû ser dilovaniya xwe.

    Nivîskarê kurd Xelîl Kalo yek ji kesayetên navdar ên welatparêz û niştîmanperwer ên kurd e. Sala 1958an li gundê Dêrûna Qulingan ê bajarê Tirbespiyê yê herêma Cizîrê ji dayik bûye.

    Kalo xwendina xwe ya seretayî li gundê xwe û xwendina navîn jî li bajêr qedandiye, piştî xwendina amadehiyê dest bi xwendina beşa jeolojiyê ya Zanîngeha Şamê kiriye û sala 1980an xwendina xwe bi dawî kiriye. Bi sedan gotar û nivîsên Xelîl Kalo

    yên derbarê doza gelê kurd de hene, herwiha gelek berhemên wî yên hatine çapkirin û yên nehatibûn çapkirin hene.

    Nivîskarê kurd Xelîl Kalo li mala xwe ya li gundê wî Dêrina Qulingan piştî nexweşiyeke demdirêj duhî danê nîvro jiyana xwe ji dest da û çû ser dilovaniya xwe.

    Li gorî agahiyên ji malbatê hatine wergirtin, îro cenazeya Xelîl Kalo li bajarê Tirbespiyê dê bê oxirkirin.

    Beriya niha Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji ber helwestên wî yên bi biryardarî yên di xizmeta gelê kurd û şoreşa wî de, endamtî wekî xelat pêşkêşî wî kiribûn.

    Bi heman mijarî:

    Pêşmerge derbasî Rojava dibe
    Etîketan:
    YPG, Xelîl Kalo, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de