19:56 23 Mijdar 2017
Zindî
    demirtaş

    Demirtaş: ‘Êdî siyaseta demokratîk wê li pêş be.'

    © Foto: HDP. org.tr
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Demîrtaş navçeya Elbakê axivî û got: ‘Êdî siyaseta demokratîk wê li pêş be. . Êdi ew wext haiye ku em hemû pirsgirêkên xwe bi siyaseta demokratîk çareser bikin.'

    Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û heyeta HDP'ê ya pêre, piştî bernameya xwe ya li Geverê bi dawî kirin hatin navçeya Elbakê ya Wanê.
    Demîrtaş ê ji bo Elbak li Tirkiyeyê yekemîn navçeya ku herî zêde deng daye partiyeke siyasî ye spas kir û got: ‘Em wek karwanê aştiyê îro li Elbakê ne. Helbet pir cihên hêja yên Tirkiyeyê hene. Di nav 960 navçeyên Tirkiyeyê de hûn navçeya yekemîn a dengên herî zêde dane partiyeke siyasî. Lewma em bi we serbilind in.'
    Demirtaş dawiya axaftina xwe de wiha got: ‘Eger fedakarî be, pêşengî be, berdêl be dora me ye. Wek 80 parlamenterî bi soza em bibin xizmetkarê gelê xwe me piştgirî wergirt. Êdî siyaseta demokratîk wê li pêş be. Êdi ew wext haiye ku em hemû pirsgirêkên xwe bi siyaseta demokratîk çareser bikin.'
    Heyeta HDP'ê paşê ber bi Wanê ve ket rê. 

    Bi heman mijarî:

    Demirtaş: ‘Wê Qendîl jî Enqere jî dengê me bibhîze'
    FLAŞ-Demirtaş diçe Sûrê
    Demirtaş: Bila her kes xwedî li Cizîrê derkeve
    Demirtaş: ‘Çi jî bibe biratiya xwe xera nekin'
    Demirtaş: ‘Tu hinceteke kuştinê tuneye'
    EMEPê ji bo Levent Tüzel bersiv da Demirtaş
    Demirtaş: Divê YA û NATO zextê li Tirkiyê bikin
    Etîketan:
    Wan, Elbak
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de