04:48 23 Mijdar 2017
Zindî
    AK parti

    AKPê bi YNK û PDKê re hevdîtin kir

    © AFP 2017/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 39 0 0

    Di xwarinê de mijara çareseriya aştiyane bo pirsan û proseya aştiyê hatine axaftin.

    Şanda partiyên Başûrê Kurdistanê ku ji bo amadebûna di kongreya Ak Partî de çûbûne Tirkiyê, di xwarinekê de ligel berpirsên vê partiyê hatine gelhev.

    Li gor zanyariyên BasNews ev civîn di roja 12'ê vê mehê de pêkhatiye û di şanda başûrê Kurdistanê de Sekreterê Polîtbîroya PDK'ê Fazil Mîranî, Endamê Polîtbîroya YNK'ê Sadî Ehmed Pîre, Emîrê Komele Elî Bapîr, Serokê Yekgirtû Mihemed Ferec û Rêberê Bizotneweya Îslamî Îrfan Elî Ebdulezîz amade bûye.

    Hate zanîn her çend civîn bi armanca vexwendinê jî bûye lê di civînê de mijarên siyasî jî hatine gotûbêjkirin.

    Alîyan diyar kiriye ku divê pirs bi zimanek aştiyane bête çareserkirin û dûr bibin ji şer.

    Derbarê mijarê de Sedî Ehmed Pîre jî ji BasNews re axivî û ev agahî piştrast kir. Pîre daxuyand ku şanda Başûrê Kurdistanê derbarê reşwa Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê de nêrînên xwe anîne ziman û daxwaza berdewamkirina proseya aştiyê kirine.

    Bi heman mijarî:

    Di teqîna Hesekê de 3jê YPGyî 7 kes mirin û 20 birîndar hene
    Li Kerkûkê 45 DAIŞ hatin girtin
    Li Mûşê êrişî wesayita leşkeran kirin; 12 birîndar in
    Li Dêrsimê, operasyona leşkerî li ser PKKê hat destpêkirin
    Qeyîka koçberan bin av bû, 22 koçber xeniqîn
    Etîketan:
    Fazil Mîranî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de